Çûna Heyeta YNK’ê ya Rojava hat astengkirin

Çûna Heyeta YNK’ê ya Rojava hat astengkirin

Hate ragihandin ku heyetek ji parlamenterên Başûrê Kurdistanê pêk dihat xwestiye ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê berpirsyarên Pêşxabûr destûr nedane.

Îro saet derdora 14.00’an de heyeta ji 5 kesan a di nav fraksiyona Kurdistanê de cih digirin û endamên YNK’ê ne Dr. Serwer Ebdulrehman, Goran Azad, Şewnem Mihemed, Razaw Mehmud û Geşe Dara Hefîd, çûn deriyê sînor ê li herêma Pêşxabûr a di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.

Hate gotin ku heyetê li aliyê Başûr ê sînor lêkolîn kirine, bi rayedarên sînor re hevdîtin pêk anîne û piştre jî xwestine ku derbasî aliyê Rojava bibin, lê berpirsên Pêşxabûr destûr nedane.

Yek ji parlamenterên ku destûr nehatiye dayîn derbas bibin Geşe Dara Hefîd di daxuyaniya ku da ANF’ê de wiha got,“Ji me re gotin ku ji ber sedema ewlekariyê hûn nikarin derbas bibin. Li ser vê yekê heta demekê em li ser sînor sekinîn û bi heyeta PYD’ê ya Rojava hat re me hevdîtin çêkir. Rewşa dawî ya Rojava ji me re vegotin. Li ser vê em vegeriyan Hewlêr.”

Kontrola Deriyê Sînor ê Pêşxabûr di kontrola hêzên asayîşa PDK’ê de ne.