CPT têkilî greva birçîbûnê xwe kumkumand

Sekreterê Rêveberiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Rêgit Brillat têkilî grevên birçîbûnê bersivên zelal neda û got, wan bi rayedarên Tirk re 'diyalogeke çalak' danîne.

Mustafa Temîzkan, kurê Leyla Guven a ku ev 105 roj in di greva birçîbûnê de ye, têkilî rewşa çalakgerên greva birçîbûnê xwest ku sekreterê giştî yê ji rêveberiya CPT'yê berpirs Rêgit Brillat bibîne.

Temîzkan diyar kir ku rewşa Leyla Guven, girtiyên siyasî û berxwedêrên din ên Kurd krîtîk e û xwest ku bi navê malbatên çalakgerên greva birçîbûnê bi rayedarên CPT'yê re rûnin.

Brillat bi rêya maîlê bersiv da Temîzkan û got, wan bi rayedarên Tirk re diyalogeke aktîf danîne.

Brillat got, “Mixabin vê gavê ez ne li Strasboûrgê me û ji bo civînekê ne amade me.”

Brillat teqez kir û got, "CPT bi saziyên Tirk re di nav danûstandineke aktîf de ye" û diyar kir, "Bi vê çarçoweyê, li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û deverên din fikarên heyî tên şîrovekirin."

Di maîlê de nehatiye gotin bê ka danûstandineke çawa heye, encameke çawa hatiye standin, an jî CPT'yê serdana Îmraliyê kiriye yan na.

Brillat her wiha xwest agahiyên têkilî grevên birçîbûnê yên temamkar, bi rêya name ya jî maîlê ji sekreteryaya CPT'yê re werin şandin.