CPJ: Tirkiyeyê Îran û Çîn derbas kir
CPJ: Tirkiyeyê Îran û Çîn derbas kir
CPJ: Tirkiyeyê Îran û Çîn derbas kir
Li gorî rapora Komîteya Parastina Navnetewî ya Rojnamevan(CPJ)welatê herî rojnamevan di girtîgehê de Tirkiye. Li gorî daneyên CPJ’ê di dîroka moderm de sala 2013’an duyem sala ji bo rojnamevan a herî xirabe.
Di rapora ji aliyê Saziyê ve ji raya giştî re hatî diyar kirin , hatiye diyar kirin ku hêjmara rojnamevanên ku li Tirkiyê, Îranê û Çînê hatîn girtin ji nîvê girtîyên rojnamevanên cihanê yên girtî derbas kirîne. Bi giştî li Cihanê 211 rojnamevan li girtigehê dene, li Tirkiyê jî hîna 40 rojnamevan di girtîgehê dene.
Hat ragihandin ku li Enqerê Tahran û Pekînê di dijî rojnamevanan di rewşekî ‘nêzîkbûnekî hevgirtînê deye’. Hat zanîn ku dinava girtîgehên her sê welatan de 107 rojnemevan di gîrtîgehê dene.
Di raporê de tê destnîşan kirin ku li Tirkiyê hêjmara rojnamevanên girtî, hinek jî lêpirsîn yên nayên berdan ji mara wan ji 49’an daketiye 40’an. CPJ’ê destnîşan kiriye ku piraniya wan rojnamevaman Kurdin.
Hêjmara rojnamevanên girtî yên li Îranê wek ji 45 daketî 35’an dide diyar kirin, hêjmar rojnamevanên par jî ji Îranê heman hêjmar daye diyar kirin, wek 32 hatiye destnîşan kirin. Welatên ku herî zêde rojnamevan lê tên mekûmkirin jî wek Eritrea, Vîetnam, Sûriye, Azerbaycan, Etiyopya, Misir û Ozbekistanê cih girtin.
CPJ’ê hêjmara rojnamevanên li Sûriyê hatîn girtin wek 12 kes dan diyar kirin, dan diyar kirin ku li Sûriyeyê gelek rojnamevan hatîne revandin, evane ne dinav dene. Tê destnîşan kirin ku sala 2013’an de li Sûriyê 30 rojnamevan winda bûne.
Di raporêde tê destnîşan kirin ku di ragihandina Cihanê de 124 rojnamevan ji ber sedema, guhertina hikumetan, karên li dijî dewletê û bûyerên terostî avêtîne girtîgehan de.