Comert ê di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Mert Comert ê 22 salî, ku di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Mert Comert ê 22 salî, ku di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Mert Comert ê di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû û bi hefteyan e li Nexweşxaneya Dewletê ya li Rihayê di beşa servîsa lezgîn de dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Comert ê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, 26 rojan di servîsa lezgîn de hewl dida xwe li jiyanê bigire. Dilê Comert bi şev sekinî û tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin.
Cenazeyê Comert wê li Samsûnê were veşartin.
Hejmara mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, derket 33 kesan.