Çola Sînayê ji bo penaberan bûye cehenem
Çola Sînayê ji bo penaberan bûye cehenem
Çola Sînayê ji bo penaberan bûye cehenem
Yekitiya Ewropayê ji bo ku penaber ji ser Derya Spî bi riya behrê negihêjin Ewropayê gelek tedbîr girtin û Îtalyayê jî bi Yekitiya Ewropayê re peymanek îmze kir. Vê peymanê îltîcayên Afrîkayê ku ji ber xizanî û komkujiyan neçar man welatên xwe terk bikin, bi riya bejayî ketin Misir û Israîlê.
Li Misirê piştî hilweşîna rejîma Mubarek, li Çola Sînayê kontrola dewletê bi rêjeyeke mezin ji holê rabû. Li herêmê çeteyên Bedewî, penaberên ji Erître, Sudan û welatên derdorê hatine li wir di bin îşkenceyên giran de derbas dikin û heta fîdeyê negirin rehîn digirin.
Li gorî îltîcayan çeteyan hema hema sektorek avakirine û dem bi dem jî penamberên li kampa îltîcaya Netewên Yekbûyî ya Rojhilatê Sudanê dimînin ji bo xebatê derdikevin derve jî tên revandin. Hate hînbûn ku peywirdarê li kampê kesên ku li xizmên wan li Ewropayê hene tespît dikin û ji çeteyan re radigînin û ji bazirganiya mirovan parê digirin.
Piraniya penaberên ji aliyê çeteyan ve tên revandin Erîtreyî ne. Komîseriya Bilind ya Penaberên Netewên Yekbûyî da zanîn ku di mehê de nêzî 3 hezar Erîtreyiyî derbasî Sudan û Etîyopyayê bûne. Penaberên ketine destpê çeteyan jî ji ser Sudan û Misirê, ji Kanala Suveyş an jî Behra Sor tînin Sînayê.
Peywirdarên Yekitiya Ewropayê yên li Somalî û Erîtreyî peywirê dikin raporek amade kirin û diyar kirin ku ev kom heta tên Sînayê di navbera 6 û 8 komên kaçaxvan de diguherin, di destê serbazên Erîtreyî de ji bazirganiya mirovahiyê pereyên mezin qezenc dikin.
BÛYE SEKTOREK
Bazirganiya mirovan li Çola Sînayê ji sala 2009’an heta niha didome. Netewên yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û rêxistina mafê mirovan a navnetewî bûyerê tînin rojevê lê ligel vê bazirganiya mirovan didome. Li Misira ku bi darbe û serhildanan hejiya, artêş û polîs bandora xwe ya li Çola Sîna wenda kir û lîderên eşîran niha li wir ji bazirganiya mirovan hatine meizn bidest dixistin û niha li wir artêşên taybet avakirine. Revandina îltîcayan û xwestina fîdeyeyê bûye wek sektorekê.
Çete bi telefonê li xizmên îltîcayan yên Ewropayê digerin û fîdyeyê dixwazin. Her wiha tehdît dikin. Di telefonê de îşkenceyê li wan dikin û qêrîna wan bi xizmên wan didin guhdarî kirin.
Piraniya van penaberên ku ji Erîtreyê ne bi hêviyên mezin derdikevin vê rê û ev bi mehan e li Sînayê di jiyaneke wek cehnemê de dijîn.
Nûçegîhanê Radyoya Swêdê yê ji Erîtreyê ye, Meron Estefanos, ev demeke rewşa îltîcayan tîne rojevê û dixwaze bê çareserkirin. Çend caran bi malbatên kesên hatine revandin re hevdîtin kiriye.
JI 2006’AN HET ANIHA 4 HEZAR ERÎTREYIYÎ LI SÎNAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Kesên Erîtreyê terk dikin, ligel ku dizanin dê bikevin destê çeteyan jî dîsa welatê xwe terk dikin. Di 2006’an heta niha li Çola Sînayê 4 hezar Erîtreyî jiyana xwe ji destdan.
Xizmên hinek Erîtreyiyên li Swêdê dijîn, di destê çeteyan de ne. Erîtreyî pereyan berhev dikin, deyn dikin û hewl didin xizmên xwe rizgar bikin.