Cockburn: Yên ketine nava Efrînê çeteyên DAÎŞ'ê ne

Nivîskarê rojnameya Independent Cockburn di nivîsa xwe de diyar kir ku endamên OSO yên Efrîn dagir kriine, çeteyên berê yên DAÎŞ'ê ne. Cockburn got, "Ew, Kurdan û hindikahiyên ne misilman weke dijminê divê ji holê bên rakirin dibînin."

Nivîskarê Rojhilata Navîn ê rojnameya Independent a Îngilîz Patrick Cockburn ku rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne, li ser êrîşa dagirkirina Efrînê nivîsî. Nivîskarê xwedî tecrûbe Cockburn destnîşan kir ku hêzên OSO yên ketine nava navenda Efrînê, piraniya wan çeteyên berê yên DAÎŞ'ê yan jî El Qaî de ne. Li gorî Cockburn, DYA ji bo karibe li Sûriyeyê bimîne hewcedarê Kurdan e. Cockburn işaret bi "paqijiya etnîkî" kir û got, YPG bi aqilane tevgeriya ye.

HIŞYARIYA 'PAQIJIYA ETNÎKÎ'

Gotara Cockburn wiha ye:

"Efrîn wê biketibûya destê artêşa Tirk û hêzên serhildêr ên Sûriyeyî, lê belê xeterî dewam dike. Pirsa bingehîn a niha ew e; piştî ku bajar dest guhert wê Kurdên ku piraniya şêniyên bajêr ji wan pêk tê, bibin hedefa paqijiyeke etnîkî yan na.

Çalakiya destpêkê ya şervanên OSO ku hêzeke ereb e, hilweşandina peykerekî li navenda Efrînê bû ku ew peyker ê lehengekî Kurd ê mîtolojîk e. Dîmenên ku ji aliyê şervanên OSO ve hatine kişandin nîşan didin ku piraniya wan şervanên berê yên DAÎŞ'ê yan jî şervanên El Qaîdeyê ne û Kurdan û hindikahiyên ne misilman jî weke dijminê ku divê ji holê bên rakirin dibînin.

Nêzî 200 hezar Kurd van çend rojên dawî ji Efrînê reviyan. Piraniya wan pê zanin ku wê nehêlin vegerin. Eger ev yek piştrast bibe, ev mirov wê li 6 milyon Sûriyeyiyên ji sala 2011'an û vir ve ji cih û warê xwe bûne û neçar mande derkevin derveyî welat, zêde bibe. Nifûsa Sûriyeyê sala 2011'an 23 milyon bû. Zêdeyî nîvê vê nifûsê ji ber şerê 7 salan ji cih û warê xwe bûne.

Efrîn a li ser sînorê Tirkiyeyê ye û herêmeke Kurdan a li rojhilatê Firatê ye, ji bo Tirkiyeyê pariyekî hêsan bû. Ji yekane xeta derbasbûnê ya li başûrê Helebê ku di destê artêşa Sûriyeyê de ye destûr hate dayin ku sivîl derbas bibin, lê belê destûr nehate dayin ku çek û cebilxane derbas bibin. Fermandarên YPG'ê dabûn xuyakirin ku 10 hezar şervanên wan li herêmê hene, lê belê hebûna van ji destpêkê ve zêde nehatin dîtin. OSO sibeha Yekşemê ragihand ku ji sê aliyan ve bêyî berxwedanekê li hemberî xwe bibînin ektiye nava bajêr. Li gorî raporeke din jî cih bi cih şer diqewime.

'YPG'Ê PÊŞÎ LI KUŞTINA MIROVAN GIRT'

Xuya ye fermandarên YPG'ê gihîştin wê baweriyê ku Efrîn nikare bê parastin, bijarteyeke wan nîne û xwe ji bajêr vekişandin. Eger rewş bi rastî jî wiha be, bi rengekî aqilane tevgeriyan ku pêşî li windahiyên giran girtin.

Encama têkoşîna ji bo Efrînê, ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina dagirkeriya Tirk diyar bû. Ya ku kir ku ev dest pê bike, daxuyaniya provokatîf a Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tillerson bû ku got, hêzên DYA wê li Sûriyeyê bimînin û ewlekariya dewleta Kurd a fîlî ya li tifaqa YPG/DYA esas digire, bidomînin. Cotmeha bihurî piştî ku Reqa hate xistin û DAÎŞ hate têkbirin, yek ji çar parên Sûriyeyê di destê Kurdan de bû.

'RÛSYAYÊ PÊŞÎ LI DEWLETA TIRK VEKIR'

Tillerson ne tenê got ku wê DYA li Sûriyeyê bimîne -halbûkî soz dabû Tirkiyeyê ku piştî qezençkirina şerê dijî DAÎŞ'ê wê ev nebe-, her wiha ragihand ku divê Serok Beşar Esad xwe vekişîne û bandora Îranê were şikandin. Ev yek hedefên ne rasteqîn jî bin, têrê kir ku Tirkiye û Rûsya li hev bicivin.

Serok Putin sîwana Rûsyayê ku qada hewayî ya Efrînê diparêze rakir û derfet da hêzên hewayî yên Tirk ku kengî bixwaze bombeyan lê bibarîne. Ev yek diyarker bû. Hêzên YPG'ê leşkerên bi biryar û xwedî tecrûbe jî bin, ji ber ku ji parastina hewayî û çekên giran bêpar in, zanîbûn ku di vê rewşê de wê nikaribin bi ser bikevin.

Herhal Rûsya dixwaze Tirkan bi DYA re ku hevalbendê Kurdan e, timî bixe nava rewşeke şer û bihevketinê. Ji ber ku li herêma operasyon lê tê kirin hêza serdest e, her wiha dixwaze Tirkiyeyê bi xwe ve girêdayî bihêle.

'JI BO PAŞEROJÊ NE TIŞTEKÎ BI XÊR E'

Piştî ketina Efrînê wê çi bibe? Ya ku destpêkê divê bal li ser be; wê paqijiya etnîkî 'erebkirina bajêr' bê kirin an na. Jiholêrakirina aliyê dijber an jî civakên olî bûye aliyekî her tim li pêş ê şerê navxweyî yê Sûriyeyê.

Ji bo Tirkan dibe ku ev serketineke hêsan be; lê belê di encamê de serketineke û di krîza Sûriyeyê de dibe ku wan bike lîstikvanekî girîng e. Lê bêguman dibe ku ji kartên di destê xwe de zêdetir jî bilîzin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan mizafer e, dibe ku gelekî mizafer e. Roja Yekşemê got, 'Li navenda Efrînê li şûna paçikên terorîstan, nîşaneyên ewlehî û aramiyê li ba ye'. Xerakirina nîşaneyên Kurdan ên li bajêr ji bo paşerojê ne tiştekî bi xêr e. Hin lîderên Kurd ên Sûriyeyî dibêjin, Erdoğan dixwaze li bakurê Sûriyeyê blokeke Sûnî ya di kontrola Tirkan de ye biafirîne.

Pirsa krîtîk ew e ku Erdoğan wê ji vir û pê ve çi bike. Dibe ku Efrîn girtibe, lê belê herêma Kurd a bingehîn ji bajarê Minbic ê Ereban ê li rojavayê Firatê dest pê dike û heta sînorê Iraqê dewam dike. Li vê derê ji Efrînê cudatir, Kurd û hêzên bi Kurdan ve girêdayî di bin parastina DYA de hene. Li derdora Minbicê, wesayitên zirxî yên DYA bi rengekî ku xwe nîşan bidin li dewriyê digerin. Her wiha ji bo YPG'ê şerkirin li cihê nêzî bareghan wê hesantir be.

'DYA HEWCEDARÊ KURDAN E'

Kurd ditirsin ku DYA wan biterikînin. Lê belê Eger DYA wê li Sûriyeyê bimîne, ji bo berjewendiyên xwe pêwîstiya xwe bi hêzeke bejahî heye. Û ji bo vê jî namzetê tekane Kurd in. Lîderekî Kurd got, 'Eger DYA Kurdan biterikîne wê neçar bimîne ji Sûriyeyê derkeve'. Dibe ku desteka DYA biqede, lê belê hê rû nedaye. Eger Erdoğan dixwaze li dijî herêma Kurdan a mezin a li Sûriyeyê bikeve nava tevgerê, neçar e li benda dema wê be."

Orjînala nivîsê: