Cizîr ji bo Newrozê amadeye
Cizîr a ku li hemberî êrîşên qirkirinê bi awayekî destanî li ber xwe da, li derdora wê alav û pêtên berxwedanê hêl dibin.
Cizîr a ku li hemberî êrîşên qirkirinê bi awayekî destanî li ber xwe da, li derdora wê alav û pêtên berxwedanê hêl dibin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên hêzên rejîmê bi awayekî destanî berxwedêriyeke bê hempa da , ji bo fînala Newroza 2016'an ya wê sibehê bê lidarxistin ji niha ve ji her çar aliyê bajêr alav û pêtên berxwedanê hêl dibin. Newroza ku wê bê pîrozkirin, wê ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin agirê wê geş û gur bibe.
Alav û pêtên agirê li ser girên derdora navçeyê hatin vêxistin her diçe bilind û geştir dibe. Agirê ku li her çar aliyê navçeyê bi awayekî hemwext hat vêxistin, wê li hemberî êrîşên qirkirinê bi awayekî geş xwe bigihîne çirûskên Newroza berxwedanê.