Ciwanên Sosyalîst jî dengê xwe didin HDP’ê

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, peyama ku wê ciwan 24’ê Hezîranê li dorî HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş bibin yek, da.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), têkildarî hilbijartina ku wê 24’ê Hezîranê pêk were daxuyaniyek nivîskî da.

SDGF’ê bal kişand ku desthilatdariya Qesrê nikare welat bi rê ve bibie û got: “Desthilata Qesrê bi Rewşa Awarte û BHQ’ê de nikare welat bi rê ve bibe, dixwaze bi hilbijartina bi darê zorê xwe ji nava kirîza siyasî û aborî rizgar bike, dîktatoriya faşîst a Îslamî ya polîtîk bi nixûmîne û desthilata xwe ya ‘bê mohr’ meşrû bike.”

‘HDP Û DEMÎRTAŞ DIKARE DÎKTATORIYÊ RAWESTÎNE’

Di dewama peyama ciwanan de ev tişt hate gotin:

 “Ev dîktator pirsgirêka ciwanan çareser nake û ti fêdeyê nade ciwanan. Yên di vê projeyê de xwedî çareserî û têkoşînê ji bo vê dike bernameya HDP’ê û Demîrtaş e, wê ew bin. Em ji bo 24’ê Hezîranê li dorî HDP’ê û Demîrtaş bibin yek, ji bo serketinê têkoşîn bikin û pêvajoya hilbijartinê vegerînin berxwedanê amade ne. Ji bo li kolanan li gel hêza ciwanan bibin yek, destekê bidin HDP’ê û Demîrtaş, ji bo rawestandina dîktatoriyê banga têkoşînê dikin. Divê ciwan li gel vê bernameyê cih bigire û ji bo xurtkirin û bilindkirin vê berpirsyar tevger bike.”