Ciwanên Kurd wê li Dortmûndê dest bi meşa dirêj bikin

Ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ciwanên Kurd 11'ê Îlonê li bajarê Dortmûndê dest bi meşeke dirêj dikin. Meş wê 5 rojan bidome û li Kolnê li qada festîvalê biqede.

Meş her sal weke rêçekê beriya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê dike. Meş îsal jî bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad wê pêk were. Ciwanên Kurd ji bo ku tevlî festîvalê bibin 11’ê Îlonê li ber  Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Dortmûndê saet 11.00’an wê dest bi meşê bikin. Meş wê bi dirûşma ‘Bi Tolhildana Şoreşger Mêtingeriyê Parçe bike, Rêbertiyê Azad Bike’ pêk were, ciwanên Kurd meşê bi çarçoweya kampanyaya ‘Azad Bike’ dikin. Di meşê de 200 ciwan wê hebin, di 5 rojan de 120 kîlometreyî wê bimeşin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Meşê Zîlan Vîn axivî. Vîn bang li hemû ciwanên Kurd kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî modernîteya kapîtalîst tevlî meşê bibin.

‘RÊBERTIYA AZAD Û JIYANA AZAD..’

Vîn diyar kir li ser Ocalan tecrîdeke giran heye û got, ‘armanca sereke ya meşê Rêbertiya azad, jiyana azad e.’’ Vîn bi domdarî got, AKP li ser gelê Kurd zext û zordariyeke zêde dike û wiha domand: ‘’

‘’Tecrîda li ser Rêbertiya me ev 19 sal in didome. Ev salek e ku derbarê Rêbertiya me em ne xwedî ti agahiyê ne. Metirsiya ciwanên Kurd pir zêde ye. Em tevgera ciwan dibêjin êdî dema wê ye ku em ji vê re rewşê re bibêjin, ‘êdî bes e’. Li dijî vê helwestê divê em rasterast têbikoşin. Jixwe ev meş bi çarçoweya kampanyaya ‘Azad Bike’ tê kirin. Heta niha çalakiyên cihê hatin kirin. Ev meşa dirêj jî, her çendî helwesteke beriya festîvalê jî be, her wiha parçeyek ji çalakiyên azadbûna Rêbertiya me ye. Em weke ku tenê meşek be lê nanerin. Em ji bo ku raman, îdeolojiya Rêbertiya xwe par ve bikin vê çalakiyê dikin. Piştî her gava xwe em ê hewl bidin ku vê ji gelê xwe re bibêjin. Ev tenê destpêk e. Çalakiyê wiha di dema pêş de wê zêdetir bibin.’’

‘EM BANG DIKIN KU HER KES TEVLÎ MEŞÊ BIBE’

Vîn diyar kir ku ew bi meşê dixwazin hemû ciwanên Kurd ên Ewropayê werînin cem hev û got: ‘’Em ne ku tenê dimeşin. Em dixwazin ciwanên li welatên cihê bînin cem hev û jiyanê yeka yek bi wan re par ve bikin. Em dixwazin ku hev nas bikin, têkiliya wan çêbibe, çanda xwe kêm jî be bi hev re par ve bikin. Ji bo vê jî di dema meşê de her şev em ê bernameyên çandî û sosyal çêbikin. Wê panêl, muzîk, gotebêjên wêjeyî, bîranîn hebin. Di rêgehê de gelê me wê malxweyitiyê li me bike.’’

Li ser navê Komîteya Amadekar a Meşê Zîlan iyan bang li hemû ciwanên li Ewropayê kir ku û derbarê meşa ku 11’ê Îlonê wê li Dortmundê bidin destpêkirin wiha got: ‘Ev ne meşeke jirêzê û rûtîn e. Xwedîderketina li Rêbertî, çand û xwebûnê ye. Em kultura mêtinger û jiyana modernîteya kapîtalîst a ku li ser me tê ferzkirin bi vî awayî dikarin parçe bikin. Ji bo vê em dibêjin; ‘’Rêbertiyê Azad Bike’, ‘Kurdistanê Azad Bike’, ‘Jiyanê Azad Bike’ û bi van dirûşmeyan em bang  li her kesî dikin ku tevlî meşê bibin.’’