Ciwanên kurd li Helebê navenda xwe ya çandê vekirin
Ciwanên kurd li Helebê navenda xwe ya çandê vekirin
Ciwanên kurd li Helebê navenda xwe ya çandê vekirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê navenda çand û hunerê ya girêdayî xwe bi merasîmekê vekir.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê Hogir Nûhat axivî bal kişand ser geşdanên dawî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û got:" Gelê kurd bi derfetên xwe karîbû rêveberiya xweseriya demokratîk bi hemû pêkhateyên Rojava re saz bike," Nûhat, êrîşên komên çete yên li dijî gelê kurd şermezar kir û got ku tu êrîş dê li pêşiya gelê kurd nebin asteng. Merasîm bi stran û govendên koma Şehîd Zehreldîn a Ciwanên Şoreşger û Koma Şehîd Nûreldîn bi dawî bû.