Ciwanên kurd li Heîdelbergê ji bo Ocalan îmze berhev kir

Ciwanên kurd li Heîdelbergê ji bo Ocalan îmze berhev kir

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de li bajarê Manhheîm ya Almanyayê ciwanên kurd îmze berhev kir.

Ciwanên kurd di derketina dibistanê de hatin cem hev û li bajarê Heîdelberg a girêdayê Mannehîmê ji bo azadiya Ocalan di çarçoveya kampanyayê de îmze berhev kir.

Ciwanan diyar kir ku hedefa wan ev e ku hefteyê de hezar û 500 îmze kom bikin û roja çarşemê set di navbera 15.00-18-00’an de nêzî 200 îmzeyî berhev kirin.

Ciwanan diyar kir ku dema îmze berhev dikirin bê navber rastî pirsa der barê Parqa Gezî de hatine.