Ciwanên Kurd: Ji bo azadiya Rêbertî em berê xwe bidin Dusseldorfê
Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bangî meşa 4’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê kir.
Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bangî meşa 4’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê kir.
Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangî meşa di 4’ê Mijdarê de kir.
‘RÊBER APO MÊTINGERÎ PÛÇ KIRIYE’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Dewleta faşîst a Tirk û dewletên mêtinger li dijî paradîgmaya Rêber Apo har bûne û êrîşî jiyana alternatîf kirine. Bi vê mebestê jî berê xwe dane Rêber Apo. Ji ber ku ew dizanin îdeolojiya Rêber Apo li temamî cîhanê belav dibe û dikeve pratîkê. Lê hemû planên dewletên mêtinger û yên faşîzma AKP-MHP’ê têk çûne û ji dêvila wê têkoşîna şoreşger a gelan cih girtiye. Bi şoreşa Rojava re ev tişt bi awayekî zelal derketiye holê.”
‘BI GIYANÊ CIWANÊN APOYÎ DI 4’Ê MIJDARÊ DE EM LI DUSSELDORFÊ BIN’
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin.
“Li ser vî esasî em tecrîda li ser Rêbertiyê qebûl nakin. Rêber Apo roja me ye, hinceta me ya jiyanê ye. Ji ber vê jî vê çalakiya li Dusseldorfê ji bo me gelekî girîng e û em bangî hemû ciwan, jin û gelê xwe dikin ku li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê em beşdarî meşa li Dusseldorfê ya di 4’ê Mijdarê de bibin û têkoşîna şoreşgerî geştir bikin.”