Ciwanên Azad: Çalakiyên xurtir li dar bixin
Ciwanên Azad: Çalakiyên xurtir li dar bixin
Ciwanên Azad: Çalakiyên xurtir li dar bixin
Ciwanên Azad, bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku çalakiyên encamgir pêk bînin. Ciwanên Azad bi bîr xist ku raya giştî ya navneteweyî tenê temaşeyî êrîşên li ser Kobanê dike û bang li ciwana kir ku çalakiyên xurttir û encamgir li dar bixin.
Ciwanên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hemû raya giştî ya cîhanê temaşeyî berxwedana Kobanê dike û nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî da. Ciwanên Azad da zanîn ku tevahiya gelê Kurd û ciwanên Kurd li her derê nerazîbûn nîşan didin û çalakî li dar dixin û got: “Em hemû çalakiyên ku piştî daxuyaniya me ya 23’yê Îlonê hatin destpêkirin erênî dibînin û silav dikin. Lê li hemberî berxwedana bêhempa ya li Kobanê ev çalakiyên me kêm in.”
Ciwanên Azad destnîşan kir ku êrîşên li ser Kobanê li ber çavên welatên ku xwe weke “parêzvanên mafê mirovan” bi nav dikin, pêk tên, lê li hemberî êrîşan bêdeng dimînin û destnîşan kir ku armanca van êrîşan tunekirina jiyana azad a li Rojava ye.
Ciwanên Azad di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê li dijî êrîşên li hemberî hebûna gelê Kurd pêk tên, çalakiyên xurt û bi bandor bên lidarxistin û got: “Li ser vî esasî, em careke din dibêjin ku çalakiyên ku ji destpêka hefteyê ve pêk hatin, têrê nakin, divê çalakî bên berfirehtirkirin û dewlementirkirin.”
Ciwanên Azad got: “Em banga Rêber Apo ya seferberiyê bi bîr dixin û banga xwe ya çalakiyan nû dikin” û bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku çalakiyên encamgir pêk bînin. Ciwanên Azad bi bîr xist ku raya giştî ya navneteweyî tenê temaşeyî êrîşên li ser Kobanê dike û bang li ciwana kir ku çalakiyên xurtir û encamgir li dar bixin.