Ciwanên Êzidî rêxistinbûna xwe xurt dikin

Ciwanên Êzidî yên li derveyî welat bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) rêxistinbûna xwe xurt dikin. Bi vê armancê li eyaleta Baden Wurttenberg a Elmanyayê komîteyeke ciwanan ava bû.

Civîna Yekîtiya Ciwanên Êzidî, duh li bajarê Ulm ê Eyaleta Baden Wurttenbergê pêk hat.

Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) Fîkret Îgrek û Berdevkê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Walîd Xelîl tevlî civînê bûn.

Îgrek bal kişand ser fermanên ku heta niha li civaka Êzidî rabûne û işaret bi sedemên rabûna fermanan kir. Îgrek destnîşan kir ku di serema heyî de pêwîstî bi rêxistinbûneke xurt a ciwanan heye.

Walîd Xelîl jî bal kişand ser hêzên parastina Êzîdxanê YBŞ û YJŞ'ê ku hêviya Êzîdxanê ne û got, "Ji bo xwedîderketina li hêzên xwe, ji bo Şengaleke azad, divê hemû ciwanên me bi berpirsyarî rabin. Ji bo paşeroja xwe pêwîste em tevgera xwe berfireh û bi rêxistin bikin."

Di dawiya civînê de rêveberiyeke ji 7 kesan a Komîteya Ciwanên Êzidî ya Eyaleta Baden Wurttenbergê hate hilbijartin.