Ciwanê kurd Mistefa Xalid winda bûye
Ciwanê kurd Mistefa Xalid winda bûye
Ciwanê kurd Mistefa Xalid winda bûye
Li Helebê ciwanê kurd Mistefa Xalid yê ku bi darê zorê leşkeriyê rêjîma Bass li paytexta Sûriyeyê Şamê dikir, ev 7 meh in winda ye.
Ciwanê kurd Mistefa Xalid yê ku bi darê zorê leşkeriyê rejîma Bass li herêma Qetena ya paytexta Sûriyeyê Şamê dikir ev 7 meh in winda ye. Bavê Mistefa çû Qetena cihê ku Mistefa lê leşkerî dikir û lpirsiye, fermandarên wî îdîa kirine ku Mistefa bi tena xwe ji tabûrê derketiye û nezîvirye.
Mistefa Xalid di sala 1991an de li gundê Qenterê yê Kobanê ji dayik bûye. Malbata Mistefa bang li hemû kesên ku agahiyên wan jê hebe wan bi telefonê agahdar bikin. TEL. 0999071208. 0949640729.