PDK a ku xwe teslîmî hêzên Iraqê kir, êrîşî mirovên ku wan rexne dikin, dike.
Şivan Azad ê li Hewlêrê polîs bû, di Tebaxa 2017'an de ji ber parvekirin û rexneyên xwe yên li ser hesabê Facebookê kir, hate girtin. Piştre di rûniştina destpêkê ya dozê de bi kefaleta ji 3 mîlyon dînarê Iraqê hate berdan. Azad piştî ku hate berdan, bi rêya ne qanûnî reviya Ewropayê.
Berî mehekê, Dadgeha Ceza ya Hewlêrê cezayê 5 salan ê girtîgehê li Şivan Azad ê derket Ewropayê birî. Azad, çend roj berê dîmenek di hesabê xwe yê Facebookê de weşand û bi rêya vî dîmenî nerazîbûn nîşanî rewşa li Başûrê Kurdistanê û cezayê li wî hatiye birîn da. Lê belê êrîş li wî hate kirin. Dema ku Azad ji mala xwe derket derve, 12 kesan êrîşî wî kirin û bi dijwarî lê dan. Azad, êrîşa ku li navenda Ewropayê lê hate kirin, êşkenceya lê hate kirin û gefên ku koma êrîşkar lê xwarin, bi rêya vîdeoyekî par ve kir.
Azad wiha got, "Bi saetan li min dan. Kirin ku nema bêm naskirin. Dema ku êşkence kirin gotin 'em PDK'yî ne. Em ê nehêlin ku tu rexneyê li PDK'ê bike û biaxive. Eger tu vê axaftina xwe û rexneyan dewam bike, wê careke din rewş hê nebaş be'. Bi vî rengî gef xwarin."