Ciwanan li Wanê operasyonên qirkirinê protesto kirin
Li Wanê, operasyonên qirkirina siyasî û konsepta şerê topyekûn ê AKP'ê, ji aliyê ciwanan ve bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
Li Wanê, operasyonên qirkirina siyasî û konsepta şerê topyekûn ê AKP'ê, ji aliyê ciwanan ve bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
Li taxa Şehîd Firat a li navçeya Wan Artemêtanê, li taxên Xaçort, Karşiyaka, Yenîmahalle û Bostanîçî yên Îpekyolûyê, bi sedan ciwan kom bûn û bi çalakiyan konsepta şerê topyekûn ê hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Ciwanan li ser kolana Orhan Dogan a taxên Xaçort û Şehîd Firat bi hev ve girê dide, bend danîn û kontrola nasnameyan irin. Polîsên Tirk bi dehan maşînên zirxî hatin cihê bûyerê û bi ava şid, bombeyên gazê û fîşekên rastî êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên ehwayî, molotofkokteylan û bombeyên deng bersiv dan êrîşa polîsan. Li taxa Bostanîçî jî teqînekê rû da.
Çalakiyên ciwanan li taxa Şehîd Firat dewam dikin. Ciwan li nava kolanan nobedê digirin.
BI DEHAN KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di vê navberê de pêla girtin û binçavkirinê ya li hemberî xebatkarên Şaredariya Artemêtanê jî dewam dike. Di serdegirtinên danê sibehê yên li taxa Akkopru ya navçeya Tûşbayê de, tevî endamê Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Azîm Yacan, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Komeleya Piştgiriya ji bo Oldarên li Wanê bi dehan kes hatin binçavkirin. Siyasetmedar û oldarên Kurd ên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.