Ciwan wê li Ewropayê 1’emîn Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî lidar bixin

Ciwanên Kurd wê bi şîara “Ciwanên Kurd bi yekîtiya neteweyî îxanetê parçe dike, Kurdistanê azad dike” di 24’ê Hezîranê de 1’emîn Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî li dar bixin.

Li Ewropayê ciwanên Kurd wê bi şîara “Ciwanên Kurd bi yekîtiya neteweyî îxanetê parçe dike, Kurdistanê azad dike” di 24’ê Hezîranê de 1’emîn Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî lidar bixin. Konferans wê li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Dortmûndê were lidarxistin.

Di konferansê de wê ji sazî û rêxistinên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad, Ciwanên PYD’ê, PJAK, Partiya Îslamîya Kurd, Goran, Ciwanên YNK, Ciwanên Êzidî (HCÊ), Ciwanên FEDA’yê, Komele bi sedan delege beşdar bibin. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û têkoşîna li hemberî îxanetê konferans tê lidarxistin.

Konferans wê ji sê rûniştinan pêk were. Komîteya amadekar a konferansê, di çarçoveya mijar û babetên ku amade kiriye, hewl dide bi pirs û bersivan nîqaşan kûrtir bike û encamekê werbigire.

Mijar û bernameya komîteya amadekar amade kiriye wisa ye:

Destpêk û peyamên saziyan (10.00-12.00)

Rûniştina yekem (12.00-13.00)

Rewşa ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê dijîn;

-Rewşa xwendekarên Kurd yên di nav pergala Ewrûpayê de

-Kêşeyên civakî yên ciwanan, asîmîlekirina çand û hunerê

-Bandora modernîteya kapîtalîst a li ser ciwan û bi taybetî li ser jinên ciwan

Rûniştina duyem (14.00-15.00)

Ji bo yekîtiya Kurdistanê girîngî û bandora ol û baweriyan;

-Êrîşên siyasî û fîzîkî yên li ser civaka Elewî

-Qirkirinên li ser civaka Êzidî û statuya Şengalê

-Rastiyên civakî: Îslama demokratîk û êrîşên DAIŞ’ê

-Rastiyên civakî yên ku nayên dîtin: Yersanî

-Wê pirsên wekî, hêzên mêtinger ol û baweriyan bi çi awayî ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin û ji bo yekîtiya Kurdistanê encamên çawa derdikevin holê, werin nîqaşkirin.

Rûniştina sêyem (15.30-17.00)

Xeta îxanetê û girîngiya yekîtiya Kurdistanê

-Ji sedsala 20’emîn û vir ve êrîş û qirkirin, peymanên ku Kurdistanê parçe dike û xeta îxanetê

-Encamên Şoreşa Rojava û girîngiya têkiliyên ligel gelên Rojhilata Navîn tên danîn li welatên din çawa tên nirxandin

-Ji bo yekîtiya Kurdistanê girîngiya Kongreya Kurdistanê ya Neteweyî

-Axaftina girtinê, xwendina biryarên ku hatine wergirtin û parvekirina wê ya bi çapemeniyê re.