Civîna yekemîn a Cenevre-2 dê li Montro pêk were

Civîna yekemîn a Cenevre-2 dê li Montro pêk were

Beşa navneteweyî ya konferansa Cenevre-2 ku dê pêşeroja Sûriyeyê lê bê nîqaşkirin, dê di 22'ê Çileyê de li bajarê Swîsre Montro pêk were.

Piştî ku civîna navneteweyî qediya, Cenevre-2 ya ku tê payîn Kurd jî beşdar bibin, dê bi beşdariya aliyên cuda yên Sûriyeyê, di 24'ê Çileyê de destpê bike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Nesîrky der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku amadekarên konferansê ji ber ku ji bo 22'ê Çileyê li Cenevreyê cihê vala nedîtiye biryar dane li Montro pêk bînin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê hat wezîfedarkirin Lakhdar Brahîmî beriya niha dabû xuyakirin ku ji ber "kêmasiya bicihbûnê" cihê Konferansa Cenevre-2 dikare bê guhertin.

CENEVRE-2 DIKARE SERKETÎ NEBE

Li aliyê din, bi nêzîkbûna dema konferansê re helwestên mûxalefeta Sûriyeyê hêviyên çareseriyê kêm dikin. Pirsgirêka hilbijartina nûner a mûxalefeta Sûriyeyê dewam dike.

Nûnerê Timî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çûrkîn da xuyakirin ku amadekariyên forûmê baş derbas nebûye û got, "Ti garantiyek nîne ku mûxalefeta Sûriyeyê bi çareseriya polîtîk re dilsoz e." Çûrkîn diyar kir ku di heman demê de lîsteya beşdarên konferansê hînê nehatiye diyarkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs jî fikar û gumanên xwe yên li ser serketina konferansa aştiyê ya Cenevre-2 anî ziman. Fabîbûs ragihand ku mûxalefeta nerm a li Sûriyeyê pirsgirêkên cidî dijîn û anî ziman ku heman hema ti hêvî nîne ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad îstifayê qebûl bike.