Civîna Meclîsa Gel a Dêrikê hate li dar xistin

Civîna Meclîsa Gel a Dêrikê hate li dar xistin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê civînek ji bo hemû meclis û komîteyên ku cihê xwe di nava Meclisa Gel a bajarê Dêrikê digrin hate li dar xistin. Di civînê de xebatên tên meşandin, hatin nirxandin.

Li Dêrikê Meclîsa Gel a bajêr li Mala Gel ji bo hemû endamên meclis û komîteyên ku girêdayî wanin civînek li dar xist. Di civînê de hemû netewên bajarê Dêrikê cihê xwe girtin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û pişt re Endamê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer axivî. Koçer balkişand li ser rewşa niha ya Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û herwiha rewşa zehmet a gelê Kurd ku ji ber ambargoyê dijî.

Di civînê de rewşa rêxistin û xebatên komîte û meclisên Dêrikê hatin nîqaş kirin û li rexne û xwerexnekirina endaman hate guhdar kirin. Di dawiya civînê de cîgirê Serokê Meclîsa Dêrikê Hacî Çeto axivî û diyar kir ku ew ti cûdatiyê naxin di nav mirovan de.