Civîn dewam dikin: Meşa Gemlîkê destpêkek e
Têkîldarî meşa Gemlîkê li navçeya Bagcilarê civîn hat lidarxistin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica di civînê de axivî û got, “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.”
Têkîldarî meşa Gemlîkê li navçeya Bagcilarê civîn hat lidarxistin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica di civînê de axivî û got, “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), têkildarî Meşa Gemlîkê ku wê di 19'ê Mijdarê de li Stenbolê bê lidarxistin, li navçeyên Bagcilar, Esenler, Kuçukçekmece û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê civînên gel lidarxsitin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica jî tevlî civîna li navçeya Bagcilarê bû.
Sarica destnîşan kir ku rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ji bo her kesê girîng e û diyar kir ku e 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Sarica, ji bo fêmkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya fêmkirina komploya navneteweyî û diyar kir ku komplo îro jî didome.
MEŞA GEMLÎKÊ DESTPÊKEK E
Sarica diyar kir ku di pêvajoya çareserî û diyalogê de jî destûr nehatiye dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û destnîşan kir ku di nava 9 salan de tenê 5 caran bi malbatê re hevdîtin kiriye. Sarica destnîşan kir ku piştî sala 2016’an sîstema tecrîdê guheriye û wiha got: “Hemû mafên Abdullah Ocalan ji aliyê dadgeh û darazê ve hat binpêkirin. Ji ber ku ev bêhiqûqî didome, ev 33 meh in em bi tu şêweyê agahî ji birêz Ocalan nagirin. Ji Adara 2021’an ve bêyî têkîlî ne. Me di derbarê vê de serî li Wezareta Edaletê da, lê tu bersiv nîne. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bêdeng e. CPT’yê piştî ku meha Adarê serdana girava Îmraliyê kir, raporek amade kir, lê rapora xwe eşkere nekir.”
Sarica diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya birêz Abdullah Ocalan pêkan dibe û got ku meşa ku li Gemlîkê bê lidaraxistin, ne dawî ye, destpêkek e.
Nûnerê ANKAY-DER’ê Huseyîn Dalaman diyar kir ku Abdullah Ocalan li hemberî krîza sîstema kapîtalîst a li Rojhilata Navîn û cîhanê bi fikra komara demokratîk alternatîfek pêşkêşî hemû gelan kiriye û got: “Hêzên navneteweyî ji fikrên birêz Ocalan ditirsin, ji ber vê tecrîdê kûrtir dikin. Divê em jî li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê heta dawî têbikoşin.”