Civata Giştî ya HDK’ê di roja duyemîn de didome
Civata Giştî ya HDK’ê di roja duyemîn de didome
Civata Giştî ya HDK’ê di roja duyemîn de didome
5. Civata Giştî ya Asayî ya HDK’ê di roja duyemîn de didome. Di civata giştî ya ji çapemeniyê re girtî didome, wê têkildarî ji nû ve avakirina HDK’ê nîqaş û nirxandin bên kirin.
Duyemîn roja 5. Civata Giştî ya Asayî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê, bi xwendina helbesta têkildarî berxwedana Kobanê û wesîleya salvegera wefata hunermendê Kurd Ahmet Kaya bi strana "Kod adı: Bahtiyar" destpê kir.
Li salona Civata Giştî pankarta, “Ji Ocalan re Azadî” ku wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser e, hat daliqandin. Dîsa li salonê standên pirtûk, rojname û kermes hatin vekirin.
Piştî vekirinê biryar hat girtin ku civata giştî ji çapemeniyê re girtî dewam bike. Çavlirê ye di civata giştî de rojevên, "Ji nû ve avakirina HDK'ê", "Nîqaşên têkildarî bername û rêvebernameyê” , "Pêşnûmeyên biryaran" û "Hilbijartina hevberdevkan û meclîsa giştî ya HDK’ê” bên destgirtin. Her wiha tê ragihandin ku pêwendiya, HDK-HDP û berfirehkirina HDK'ê di rojevê de wê cih bigire.