Civaka Azad a Amsterdamê kongreya xwe pek anî
Di kongreya 7. a Meclîsa Civaka Azad a Asterdamê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Di kongreya 7. a Meclîsa Civaka Azad a Asterdamê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, 7. Kongreya Meclîsa Civaka Azad pêk hat. Ji bo dîwana kongreyê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Hollandayê Aliye Varto, ji Komîsyona Çand û Perwerdeyê Ronî Anatoliya û rojnamevan Hasan Perî hatin hilbijartin.
Kongre bi beşdariya delegeyên ji Amsterdam West, Oost û Noord, Utrecht, Amersfoort, Lelystad, Almere, Hilversum, Alkmaar û Zaandamê pêk hat.
Kongre di şexsê Mehmet Tûnç de diyarî berxwedêrên li bajarên Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan hat kirin. Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, Nûnerê PYD'ê Loûran Manjoû, Nûnerê Mîdîa Serdar Emîn, nûnerê Partiya Komunîst a Fîlîpînê û HTÎB axivîn. Nûnerên Heyva Sor ên li Hollandayê jî beşdarî kongreyê bûn.
'EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN BIXEBITIN'
Nûnerê Partiya Komunîst a Fîlîpînê di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin û berxwedêrên Bakur û Rojavayê Kurdistanê silav kir.
Ji bo Hevserokatiya Herêma Amsterdamê ya Meclîsa Civaka Demokratîk Humeyra Yildirim û Mûsa Başpinar hatin hilbijartin.