CÎK: Ji civaka xwe veneqetin
CÎK: Ji civaka xwe veneqetin
CÎK: Ji civaka xwe veneqetin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) nerazîbûn nîşanî rêxistinên selefî yên ku li Holandayê i rêya ol ciwanên Kurd dixapînin ûberê wan didin şerênbi xwîn ên li Sûriyeyê. Serokê CÎK’ê Mele Muhîttîn got: “Divê ciwanên Kurd beriya her tiştê alîkariya gelê xwe yê di bin zilmê de bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.”
Nerazîbûnên li hemberî rêxistinên selefî yên ku di bin navê ‘cîhadê’ de ciwanan dixapînin û berê wan didin şerên dijwar ên li Sûriyeyê zêde dibin. Serokê CÎK’ê Mele Muhîttîn da zanîn ku tu eleqeya rêxistinên bi vî rengî ciwanan dixabpînin bi Îslamê re tune ye û got:
“Rêxistinên berê ciwanên Kurdan didin şerên bi vî rengî li aliyê zalimanin. Ev kesan e zalim in. Tu eleqeya vana bi Îslamê re tune ye. Ev mirovane hatine firotin. Divê ciwanên Kurd li aliyê zaliman cih negire. Divê li aliyê mazlûm ê Kurd bin. Divê em beriya her kesê welatê xwe ji zilmê rizgar bikin.”
Mele Muhîttîn got: “Divê ciwanên Kurd beriya her tiştê alîkariya gelê xwe yê di bin zilmê de bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.”