Cîhan ji bo rojnamevanan bûye cihekî hîn xeter

Cîhan ji bo rojnamevanan bûye cihekî hîn xeter

Serokê Rojnamevanên Sinornenas yê Swêdê Jonathan Lundkqist destnîşan kir ku şerê ku DYA’ê bi bahaneya ‘têkoşîna di dijî terorê’ re dayî destpêkirin, ji bo rojnamevanên cihanê bû serdemê telîkeyekî hin mezintir, li welatên ku demokrasî lê nînin zext û êrîşên  li ser rojnamevanan rewa bûne.

Di dû gotarên ku  Lundkvist di rojnameya  Organa Ferderesiyona Rojnamevanên Swêdê ya rojene tê weşandin “Svenska Dagsbladet” de hatî weşandin de balê dikîşîne li ser êrîş û zextên ku li welatên ku şer lê hene li ser rojnamevanan û tê destnîşan kirin ku hêjmara rojnamevanên ku tên kuştin kêm nebûne û yên ku rehîn jî tên girtin hêjmara wan zêde bûne.

Lundkvist di derbarê rewşa rojnamevanên de wiha got:” Hema bêje azadiya çapemeniyê li hemû welatan dibin zextan deye. Xebatên ku Edward Snowden di derbarê NSA’ yê de kirin, û li guhdarkirina hemwelatiyên welatên din, tê xuya kirin ku li welatên ne demokrat wek amorekê tên bikaranîn. Zagonên ku DYA’ê li dijî terorizmê pejîrandî, li welatên din bi armanca zext birina li ser rojnamevana bi kartînin.” Ji welatan wek minak Tirkiyê dide.

PIŞTÎ BERXWEDANA GEZIYÊ NÊZÎKBÛNÊN AKP’Ê LI HIMBERÎ ÇAPEMENIYÊ TUND

Lundkvist, da diyar kirin ku li Tirkiyê derdora 60 rojnamevan di girtigehan de ne, lê belê bi karên din tên gunehbar kir û wiha pêde diçe; “ Tirkiye li baravên Ewrûpayê cih digre. Eger em li gorî şêniyê bînîn beramberî hem û li gorî hêjmara kesan bigrîn dest li Tirkiyê ji Ewrûpayê zêdetir rojnamevan di girtîgehê de ne. Lê belê ji ber îdiaya Tirkiyê ya dibêji me rojnamevan negirtîne li ser vê mijarê li ger nûneran nîqaş kirin ne hêsan e. Em hewil didîn bidîn diyar kirin ku ew rojnamevanin, lê heya ev mijar balê bikîşîne hêz lazime.”

  Lundkvist  ragihandin ku piştî bûyerên li Parka Geziyê, ji ber protestoyên pêş ketîn, li himberî rojnamevana êrîş û zext zêde bûn, ji ber ku hikûmeta AKP’ê ji bilavbûna agahiya di çapemeniya cihanê aciz bû, ji ber vê yekê Rojnamevanên Sinornenas ji nêzede azadiya ramanê û çapemeniyê li Tirkiyê dişûpîne.

Lundkvist, anî ziman ku zagonên dîjî sîxoriyê û terorîzmê dibin sedemê ku rojnamevan jî bên gunehbar kirin û pêşketina vê yekê li weletên weke Kenya, Etiyopya û Eritre destnîşan kir.

JI KUŞTINA ROJNAMEVANA  KÊMBÛYE,  REVANDIN JI  ZÊDEBÛYE

Di rapora herî dawiyê ya Rojnamevanên Sinornenas tê destnîşan kirin ku hêjmara rojnamevanên ku tên kuştin ji yên ku tên revandin û girtin kêmtirbûne. Di sala bûrî de 88, îsal jî 70 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê sala bûrî hêjmara rojnamevanên hatîn revandin 38 bûn, îsal bûne 87.

Di revandina rojnamevanan de Sûriye di rêza yekem de tê, ta niha 49 rojnamevan hatîne revandin. Lundkvist, balê dikîşe li ser vê yekê ku bi hêz qezeckirina komên girêdayî wek El Qaîdê yên wek El Nursa û DÎAŞ’ê re hêjmara rojnamevanên ku rehîn tên girtîn û tên revandin zêde bûne û wiha dibêje: “Her ku diçe ev komane dibin aktorê sereke. Rojnamevanên rojavayî wek sîxor û armacên diyar dibînin.”

Lundkvist ragihand ku piştî revandinan her tim El Nursa û DÎAŞ dibêjin ne emîn û wiha got: “ Li welatekî ku zagon lê neyî komên kriminal jî rojnamevan direvînin. Ev yek di çarçoveya siyasî de bi cih kirin zore. Ji bo pereyan bistîn vê yekê dikin. Rojnamevanên herêmî jî rastî tundiyên van koman tên.”