CIA’yê di êrîşa kîmyewî ya li dij Îranê de alîkarî da Iraqê!

CIA’yê di êrîşa kîmyewî ya li dij Îranê de alîkarî da Iraqê!

Di vê dema ku nîqaşên li ser îdiaya bikaranîna çekên Kîmyewîya li Sûriyeyê didomin de, belgeyên ku Teşkîlata Agahîgirtinê ya Amerîkayê (CIA) di êrîşa kîmyewî ya li hemberî Îranê ya salên 1980’ê de piştgirî daye rejîma Saddam Huseyîn, derketine holê.

 Belgeyên heta îro veşarî hatine girtin ji aliyê kovara Foreîng Polîcy ve hat weşnadin. Li gorî belgeyên veşartî; îstîxbarata Amerîkayê ji  ala 1984’an û heta dema ku îtîfaqa wê bi Iraqê re hebû, ji 1980’an het a1988’an di şerê li hemberî Îranê de xwedî stokên çekên kîmyewî bûye.

Bikaranîna van madeyên kîmyewî yên ji gaza sarîn û hardal pêk tên, bi protokola Cenevreyê hatibû qedexekirin. Her çiqas Iraq vê ji nedîtîve bê jî  DYA’yê ev peyman di sala 1975’an de îmze kir.

Albayê teqawît kupisporê Rojhilata Navîn ya Îstîxbarata Amerîkayê ye, Rîck Francona ji kovarê re axivî û got: “Iraqiyan tu carî ji me re gotin ku ew di niyeta ku bikaranîna çekên sînîrê de ne. Hewcedariya wan bi vê tunebû. Me ev dizanibû.”

JI BO ÊRÎŞÊ DYA’YÊ ÎSTÎXBARAT DA

Amerîkayiyên ku di zanibû  di destê rejîma Saddam de çekên kîmyewî hene, ligel vê ji bo êrîşên hewayî der barê tevgrên yekineya Îranê de agahî da. Foreîng Polîcy da zanîn ku lgeil ku dihat zanîn Iraq xwedî van çekane û dikare bikarbîne jî, ev alîkarî bo wan hatiye kirin.

Di 1987’an de Îstîxbarata Amerîkayê piştî hîn dike Îran li nêzî Basrayê di parastian Iraqê de valahiyek dîtiye û xwe bo êrîşê amade dike, rewş diguhere. Amerîka, nirxandina ku di rewşa ev bajar bikeve destê Îranê dê şer qezenc bike, dike.

Li gorî Rîck Francona, rapora îstîxbaratê ya mijara gotinê ye, dane serokwezîrê DYA’yê yê demî Ronald Reagan.  Reagan ku rapor xwend wiha got: “Serkeftineke Îranê nayê qebûlkirin.”

Ev nîşe gihandin Wezareta Parastinê ya DYA’yê û talîmat pêk hatin. Ji sala 1988’an û şûnde îstîxbarata Amerîkayê der barê tevgerên Îranê de agahî dan Iraqê.

ÊRÎŞA HERÎ MEZIN YA KÎMYEWÎ YA ÇARYEKA SEDSALÊ

Di sala 1988’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve li dijî Îranê çar caran êrîşa kîmyewî pêk hat. Di van êrîşan de bi  hezaran kesî jiyana xwe ji dest da.  Di nîsana 1988’an de  çar êrîşên kîmyewî ku ji hewayê ve hatin berdan, wê demê rêjeya herî mezin a gaza sarînê bû. Foreign Policy diyar kir ku di çaryeka sedsalê de êrîaş kîmyewî ya herî mezin bû.

Ev agahî di van rojên ku nîqaşên li ser bikaranîna çekan li Sûriyeyê derket holê. DYA ya ku 20 sal berê li dijî Îranê çekên kîmyewî bikaranî, îro ji bo mudaxalekirina Sûriyeyê xwe amade dike.

LI HALEPÇEYÊ KOMKUJÎ

Di adara 1988’an de li hemberî Kurdên Halepçeyê jî gazên kîmyewî hatin bikaranîn û di serî de DYA û Fransa hemû civaka navnetewî bê deng mabû. Fransayê tenê fikara xwe anî ziman û  Fransa nûnerê Peymana Cenevreyê ya 1925’an ku bikaranîna çekên kîmyewî hatibûn qedexekirin bû. Komîsyona Binî ya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî,  ji 8 dengan bi 11 dengî biryara şermezarkirina Iraqê giribû û bi vê yekê îmze avêtibû şerma giran. Di kampanya qirkirina Enfalê de, 5 hezar jê li Helebçê bi êrîşa kîmyewî, nêzî 200 hezar Kurd hatin kuştin.