CHP'ê ji bo betalkirina referandûmê serî li YSK'ê da
CHP'ê ji bo betalkirina referandûmê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Serlêdan ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan ve hat kirin.
CHP'ê ji bo betalkirina referandûmê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Serlêdan ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan ve hat kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan, têkildarî referandûmê bi navê partiya xwe ji YSK'ê îtiraza referandûmê kir. Tezcan wiha got: "Hemû kes dizane ku yên ku ji referandûmê re gotin NA biserketine. Encama ku bi êrîş û zextan nehatî bidestxistin, YSK xistin dewreyê û xwestin encam bigrin. Ev hilbijatin meşrûtyeta wê nîne û hilbijartinek ya bêmohr bû."
Tezcan diyarkir ku denên kêm û zarfên bêmohr rastiyan derdixe holê û got: "Paket hatine dizîn, dengên ku ji derve hatine çêkirin, hatin bikaranîn. Dengên bêmohr hatin bikaranîn. Li rexmê van hemû tiştan jî encam bidest nexistin û YSK xistin dewreyê."