CHP’ê biryara komcivîna awarte stand

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ragihand ku wan biryara komcivîna awarte standiye.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel da zanîn ku ew hîn bûne ku dê komcivîna partiyê were betalkirin û amadekariyên desteserkirina şaredariyê têne kirin.

Ozel ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina vê yekê wan biryara komcivîna awarte standiye.

Ozgur Ozel ev yek anîn ziman: ‘’Me îro dît ku dê ji CHP’ê re qeyûm were tayînkirin û girêdayî vê yekê amadekariyên astenkirina hilbijartinan tên kirin û serlêdana me ya îro bi vî rengî ye; Di çarçoveya rayeya ku rêznameya daye min, em ji hemû Tirkiyeyê re radigihînin ku me biryar daye ku em piştî 15 rojan komcivîna awerte li dar bixin û bi vî rengî me pêşî li hewldanên desteserkirinê girtiye.’’

CHP dê di 6 Nîsanê de komcivîna xwe li dar bixe.