ÇHD: Hikûmetê tehrîk kir; êrîşî HDP'ê kirin

ÇHD: Hikûmetê tehrîk kir; êrîşî HDP'ê kirin

ÇHD’ê êrîşa li hember endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê lanet kir û ji bûyerê hikûmet berpirsyar girt. ÇHD’ê da xuyakirin ku raya giştî pir baş bizane bê “qutkirina stûyan” rêbazê kîjan çeteyan e, Tevgera Siyasî ya Kurd, li Rojhilata Navîn li ser navê tevayî gelên bindest û bi wan re şerekî man û nemanê bi rê ve dibe û peyama, “Em li rex HDP’ê ne” da.

‘HIKÛMETÊ TEHRÎK KIR'

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) der barê  êrîşa li Avahiya Bajêr a Enqere ya bi kêrê li hember endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ahmet Karataş de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya bi sernavê, "Em êrîşa li hember Partiya Demokratîk a Gelan lanet dikin” de hat gotin ku desthilatdariya siyasî demek dirêj e bi zimanê xwe yê êrîşkar HDP’ê û pêkhateyên wê tehdît dike.

'QUTKIRINA STÛYAN RÊBAZÊ KÎJAN ÇETEYAN E TÊ ZANÎN'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku raya giştî pir baş bizane bê “qutkirina stûyan” rêbazê kîjan çeteyan e, Tevgera Siyasî ya Kurd, li Rojhilata Navîn li ser navê tevayî gelên bindest û bi wan re şerekî man û nemanê bi rê ve dibe û peyama, “Em li rex HDP’ê ne” da.

'EM Ê LI REX HDP'Ê BIN’

ÇHD’ê diyar kir êrîşa nemerdane ya li hember HDP’ê şermezar dike, li dijî van êrîşan li rex HDP’ê ne û wê şopdarên pêvajoyê bin.