ÇHD: Daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclisê derewe

ÇHD: Daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclisê derewe

Parazvanên Mafên Mirovan û parêzeran di derbarê daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclîsê ya têkildarî girtîgeha Şakranê bertekên xwe anîn ziman. Endamê Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîrê Serdar Gultekîn diyar kir ku, komîsyona meclisê pesnê Girtîgeha Şakranê dide û diyar dike ku, Şakran Girtîgehek başe. Gultekin anî ziman ku, tu rastiya vê daxuyaniyê tuneye û derewe.

Heyeta Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclisê rojên borî di derbarê Girtîgeha Şakrane de lêkolîn kir û pişt re daxuyanî dabû. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Ayhan Sefer Ustun diyar kiribû ku, girtîgeh di aliyê şert û mercên fîzîkî de pir pir başe û wekî yurdên kare. Sefer Ustun îdia kiribû ku, di nava girtîgehan de ya herî nûjen û pêşketî girtîgeha Şakranê ye. Ustun dabû zanîn ku, bi zarokan re axivîn û êdî li welatê wan lêdan tune.

'GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ CIHÊ SIRGÛN Û ÎŞKENCEYÊ YE'

Serokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Îzmire (TAY-DER) Dunyamali Arîç bertek nîşanî daxuaniya Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Ustun da û wiha got: "Kampusa Girtîgeha Şakranê projeya dewletê ye.Li wir hem îşkenceya fîzîkî û hem jî îşkeneya derûnî tê kirin. Komîsyona Meclisa Tirk di derbarê rastiya wir de raporê nade. Wekî bax û bostan didin nîşandan. Girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê li şûna bên dermankirin, rastî cezayên hucreyê û dîsîplînê hatin. Şakran ciheki pir taybet û cuda ye. Cihê sirgûn û îşkenceyê ye. Kampa komkirinê û bişaftinê ye."

Ariç da zanîn ku, 11 girtiyên sirgûnî Şakranê hatin kirin rastî lêdan û îşkenceyê hatin û roja komîsyon çû wir şandin Kiriklarê. Bila her kes baş bizane ku Şakran Kampa komkirin, îşkence û tundiyê ye. Projeya dewletê ya taybete. Em dê her tim li pişt girtiyan bin û mafê wan biparêzin."

'DAXUYANIYÊN KOMÎSYONÊ LI DERVEY RASTIYÊ NE'

Endamê Komîsyonga Girtîgehan Ya Şaxa ÇHD'ê ya Îzmirê Serdar Gultekîn jî diyar kir ku, komîsyona meclisê pesnê Girtîgeha Şakranê dide û dibêje Şakran Girtîgehek başe. Gultekin anî ziman ku, tu rastiya vê daxuyaniyê tuneye û derewe. Gultekîn destnîşan kir ku, li Şakranê zextên li ser zarok û jinan di asta herî jor de ye û vê rastiyê di çapemeniye de jî cihekî mezin girt û wiha got: "Tu rastiya daxuyaniya komîsyona meclisê tuneye. Tu rastiya vê daxuyaniyê tuneye. Gelo çiqasî li girtîgehê geriyan û bi çend girtiyan re hevdîtin pêk anîn. Tişta me û malbatan dît û daxuyaniya komîsyonê pir dûrî hevin. Xwezî komîsyona ku çûyî girtîgehê bi kesên rastî îşkenceyê hatîn û serî li me dan re hevdîtin kiribûna. Bi rastiyê re nehatine cem hev. Çûn li wir çayek vexwarin û bêyî lêkolîn bikin vegeriyan. "

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Adnan Kaya jî anî ziman ku, heta niha zêdeyî 400 girtî serî li wan daye û diyar kirine ku, mafê wan hatiye binpêkirin û wiha got: "Ger ku pirsgirêk tune be çima 400 girtî serî li me bidin û alîkariyê bixwazin.

Komîsyonê pesnê girtîgehê da û wekî otelê nîşan da. Bawerim komîsyon li cîhanek din dijî. Em li gorî serledanan nirxandinê dikin. Ew qas binpêkirina mafan hene. Lê rayedarên vî welatî bêyî lêkolîn bikin li gorî keyfa xwe daxuyaniyên şaş didin. Ev bêberpirsyariya wekîlan ya li hemberî gele. "