Chaterîan: PKK baweriyê dide Êzidiyan; divê PDK lêborînê bixwaze

Profesorê Zanîngeha Cenevreyê û Nivîskarê Le Monde Dîplomatîqûe Chaterîan got, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê bide civaka Êzidî û ji wan lêborînê bixwaze.

Profesorê Têkiliyên Navneteweyî û Medyayê ya Zanîngeha Cenevreyê Vîcken Chaterîan, ku di heman demê de Nivîskarê Le Monde Dîplomatîqûe ye, bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser Şengalê.

Chaterîan ji bo pirtûka xwe ya li ser Komkujiya Ermeniyan, di sala 2016'an de çû Şengalê, hin danûstandin kir û der barê serdana xwe de got, "Min dixwest heman piştî komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an biçim Şengalê, lê belê nebû. Di sala 2016'an de çûm Şengalê. Dema gihîştim Şengalê, min dît ku Şengal ji rewşa ku min xeyal dikir xerabtir bûye. Şopên komkujiya DAIŞ'ê li Şengalê kiribû, hê hebû. Mîna îro. Bajar bi temamî hatiye hilweşandin û valakirin. Tevî ku demeke di ser komkujiyê re derbas bû jî, gelek Êzidî hê nekarî vegerin. Li bajêr tenê 50 malbat hebûn. Normal li bajêr 400 hezar mirov hebûn. Lê îro bûye bajarekî vala. Tenê berxwedêr û milîtan hene. Aliyekî din ê girîng jî ew e, dema ez li wir bûm DAIŞ tenê bi 5 kîlometreyan dûrî bajêr bû. Yanî xetere hê li ser bajêr hebû."

'HELWESTA RÊVEBERIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊ LI BER RAGEŞIYÊ VEDIKE'

Chaterîan anî ziman, tevî pirsgirêkên mezin ên ji ber êrîşa DAIŞ'ê, ji ber helwesta Başûrê Kurdistanê li Şengalê problemên cuda rû didin û destnîşan kir, derketina pêşmergeyan di dema êrîşa DAIŞ'ê de ji Şengalê, xala herî girîng a aloziya navbera hikumeta Hewlêrê û civaka Êzidî ye.

'DIVÊ DAXUYANÎ WERE DAYIN, LÊBORÎN BÊ XWESTIN'

Chaterîan diyar kr, pêşmergeyan bi bêparastin hiştina civaka Êzidî re rê li ber komkujiya Êzidiyan vekirin û wiha dewam kir: Pirsgirêkeke din a rêveberiya Hewlêrê jî ew e, ku hê jî li ser bûyerên wê rojê qewimîn daxuyaniyek nedaye. Çima li ser bûyerê daxuyaniyekê nade? Bi durustî nêzî Êzidiyan nabe û ji civaka Êzidî lêborîn nexwestiye. Xwestina lêborînê gelekî girîng e. Eger li ser bûyerên wê rojê qewimîn daxuyaniyê nede û lêborînê nexwaze, ev ê were wê wateyê ku helwesta wê rojê nîşan dan, dibe ku di dema pêş de jî dubare bikin."

'HETA KU LÊBORÎN NEYÊ XWESTIN, TÊKILIYEK JI BO DEMA PÊŞ NABE'

Chaterîan got, "Pirsgirêka navbera hikumeta Hewlêrê û Êzidiyan mîna Qirkirina Ermeniyan e" û ev tespît kir: "Naskirina Qirkirina Ermeniyan û xwestina lêborînê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ne bersiva ji bo dema bihurî ye, bersiva ji bo têkilîdanîna dema pêş e. Heta ku Tirkiye vê neke, wê nikaribe ji bo dema pêş bi Ermenîstanê re têkiliyê deyne. Helwesta hikumeta Hewlêrê ya li hemberî Êzidiyan jî bi heman rengî ye. Heta ku lêborînê ji Êzidiyan nexwaze û li ser bûyerên qewimîne daxuyaniyekê nede, wê nikaribe di dema pêş de têkiliyê pê re deyne."

'DESTÛRÊ NADE KU ÊZIDÎ DI SER HEWLÊRÊ RE VEGERE ŞENGALÊ'

Chaterîan ragihand, helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê di nava civaka Êzidî de rê li ber bêbaweriyê vekiriye û diyar kir, siyaseta hikumeta Hewlêrê ya îro li ser Şengalê nîşan dide, di navbera her du aliyan de rê li ber aloziyê vedike. Chaterîan got, "Mînak, çûyîna serdana Şengalê, hê jî bi destûra hikumeta Başûr ve girêdayî ye. Yanî otorîteya li wê derê destûrê nade ku her kes biçe Şengalê. Ev qedexe ne tenê li ser pispor, rojnamevan, yanî biyaniyan e. Di heman demê de li ser Êzidiyan heye, ku nikarin vegerin Şengalê û xaniyên xwe çêbikin. Dema ez li wir bûm, min ev dît. Ev yek nîşaneya bêbawerî û pirsgirêkeke mezin e."

'ŞENGAL KIRIN QURBAN'

Chaterîan got, "Bi dîtina min, hikumeta Hewlêrê bi rengekî stratejîk tevgeriya û ji bo DAIŞ êrîşî Hewlêrê neke, Şengal kir qurban" û destnîşan kir, siyaseta rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya di dema derketina DAIŞ'ê de bi pirsgirêk û li ser hesabên şaş bû.

'LI ŞENGALÊ PKK GELEKÎ TÊ HEZKIRIN Û HURMET JÊ RE TÊ NÎŞANDAN'

Di dewama axaftina xwe de Chaterîan ragihand, vekişîna pêşmergeyan di dema komkujiyê de ji Şengalê, qadek ji bo PYD û PKK'ê afirandiye û bibîr xist, wê rojê bi saya korîdora ji aliyê PKK û YPG'ê ve hate vekirin mirov ji komkujiyê hatin rizgarkirin. Chaterîan destnîşan kir, helwesta ku PKK'ê nîşan da bû sedem ku civaka Êzidî gelekî hez ji PKK'ê bike û got, "PKK îro hem li Şengalê, hem jî li çiyayên Şengalê bi rêzdariyeke mezin tê pêşwazîkirin. Herêm Hê di bin vandora sempatiya xurt a ji bo PKK'ê de ye."

'TIRKIYE DIXWAZE LI HERÊMÊ ROL BILÎZE'

Chaterîan diyar kir, Tirkiye hebûna PKK'ê ya li Şengalê weke hincet nîşan dide, dixwaze li herêmê rolekê bilîze û got, "Ji Yekemîn Şerê Cîhanê û vir ve polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Mûsil û Kerkûkê hene. Îro jî hikumeta Enqereyê dixwaze li Mûsil û Kerkûkê bi roleke bi bandor rabe û ji bo vê jî dixwaze li herêmê bi bandor be."

'CIVAKA ÊZIDÎ DIXWAZE PKK LI ŞENGALÊ BIMÎNE'

Chaterîan destnîşan kir, berevajî îdîayan, PKK li Şengalê xetere nîne û got, "Divê ji civaka Êzidî were pirsîn. Eger civaka Êzidî PKK'ê dipejirîne û ji PK'ê gelekî hez dike, wê çaxê PKK'ê weke xetereyekê nabîne. Civaka Êzidî hebûna PKK'ê ya li herêmê qebûl dike û dixwaze PKK li wir bimîne. Rastiya ku hikumetên Enqere û Hewlêrê qebûl nakin, ev e."

'HEBÛNA PKK'Ê YA LI ŞENGALÊ BAWERIYÊ DIDE'

Chaterîan bal kişand ser girîngiya rola PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê û anî ziman, cîhan tev dizane ku PKK'ê civaka Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kiriye. Chaterîan got, "Civaka Êzidî ku bi temamî bê parastin di nava lepên DAIŞ'ê de hate hiştin, bi têkoşîna PKK'ê hate rizgarkirin. Her kesên ku ez li Şengalê pê re axivîm, ev yek gotin. Piştî vê helwesta PKK'ê, hurmet û baweriya civaka Êzidî ya ji PKK'ê, gelekî normal e. Hebûna PKK'ê ya li Şengalê îro jî ji bo civaka Êzidî cihê piştrastiyê ye."

'QEDEXEYA LI QADA NAVNETEWEYÎ YA LI SER PKK'Ê, REWŞEKE TEWŞ E'

Chaterîan ragihand, tevî têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê jî, PKK hê di lîsteya 'terorê' ya gelek welatan de cih digire û got, ev biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hin welatên Ewropayê, rewşeke tewş û bêwate ye. Chaterîan destnîşan kir, PKK rastiyeke Rojhilata Navîn e û got, "Pêwîste ev rastî li qada navneteweyî bê nirxandin û bê qebûlkirin. Ne tenê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Ewropa, lazim e hêzên herêmî jî êdî vê qebûl bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Chaterîan got, daxwaza Êzidiyan a ji bo naskiarina herêma xweser a Şengalê, daxwazeke normal e û divê were fêhmkirin. Profesor Vîcken Chaterîan got, "Dema li kaosa li herêmê dinerim, dizanim ku ev daxwaza Êzidiyan çiqasî rast e."