Cezayek kêm dan leşkerê ku pitikê 18 mehî qetil kir

Tenê 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê dan çawişê pispor Hakan Alkan ê ku Mehmet Uytun ê 18 mehî qetil kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9’ê Cotmeha 2009’an de Mehmet Uytun ê 18 mehî dema ku di hembêza dayika xwe de bû, leşkeran guleya bombeya gazê avêtinê û li serê wî ket. Uytun jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê der barê leşkerê çawîşê pispor Hakan Alkan de ji sûcê “bûye sedeme kuştina biqisûr” doz hat vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin. Parêzerên malbata Uytun û Serokê ÎHD’a Amedê û gelek parêzerên din û bavê Uytun Turan Uytun beşdarî danişînê bûn. 

Bersûc beşdarî danişînê nebû û parêzerê bersûc jî bi pergala deng û dîmen SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, parêzer Jiyan Ormanli di danişînê de axivîn û xwestin bersûc were cezakirin. 

Piştî navbera hat dayîn şandeya dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê birî.