Cezayê pere li rojnameger Fatîh Polat hate birîn

10 hezar lîra ceza li Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat hate birîn.

Rûniştina biryarê ya ku Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat bi sûcdariya ‘di weşanên demborî de nasname eşkere kiriye’ li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Stenbolê ya 2’emîn hate kirin.

Parêzera Polat Devrîm Avci diyar kir ku ev sûc pêk nehatiye û xwest Polat beraat bike.

Dadgehê 10 hezar lîre ceza li Polat birî.

ÇI BÛBÛ

Polat di nûçeya ‘Xwendekarê lîseyê di dersê de hate destgîrkirin’ de bi hinceta ku ‘Nasnameya kesê ji 18 saliya biçûktir eşkere kiriye’ dihat darizandin.