Cezayê hebsa malê dan 9 xwendekaran

Ji 23 xwendekarên li Kadikoyê hatibûn destgîrkirin 9 jê cezayê ‘hebsa malê’ û ji bo 4’an jî qedexeya ‘derketina derveyî welat’ hate dayîn.

Ji 23’ê xwendekarên di çalakiya destekkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li Kadikoy ya Stenbolê hatibûn destpêkirin 13 jê karûbarên wan ên li Edliyeya Anadolû ya Kartalê bi dawî bûn.

10 ji xwendekarên ku îfadeyên wan ên li dozgeriyê qediyan hatin girtin, 13 jê bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.

Dadgera Ceza ya Sulhê ya li ser dosyayê biryar da, derbarê 9 kesî cezayê ‘hebsa malê’ ji bo 4’an jî qedexeya ‘derketina derveyî welat’ da. Piştî biryarê 13 kes berdan.

Karûbarên 10 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiribûn hê jî didom.