Ceza dane zarokê ku, li dîwêr 'deng bide jiyanê' nivisî

Li Edeneyê bi mebesta desteka li girêva birçîbûnê, ji bo ku li ser dîwêr nivisî 3 meh ceza li zarokekî hate birîn.

Li Edeneyê zarokê bi navê M.E.S dema girêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dîwêr,''Leyla Guven rûmeta me ye. Deng bide Leyla Guven. Deng bide jiyanê'' nivîsî doz lê hate vekirin. Doza M.E.S li Dadgeha Zarokan a 3'yan a Edene pêk hat.

Dadgerê Tirk bi hinceta ku 'zirar daye malê dewletê' salek ceza li zarok birî û ji ber 'rewşa baş' ceza anîn 6 mehan û piştre anîn 3 mehan. Dadgehê biryar da ku daxuyandina hikim bê paşxistin.