Ceylan: Pêşeroja gelê herêmê tê tecrîdkirin

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Ceylan bal kişand ser tecrîdê û got: “21 sal in tecrîd bi awayek sîstematîk didome. Desthilat û biyoqrasiya dewletê bi polîtîkaya tecrîdê tiştek bi dest nexistiye. Tecrîdê bi xwe re tundî, şer û mirin anî.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldana dagirkirina artêşa Tirkiyeyê ya xaka Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê axivî. Ceylan anî ziman ku pergala li Îmraliyê wekî teknîka rêveberiyeke nû pêş ketiye û got: “Ev pergala teknîkê her ku diçe li ser hemû civakê tê ferzkirin û li her derê dixin meriyetê. Wekî rêbaza rêveberiyê li ser civakê ferz dikin.”

‘AŞTIYA CIVAKÊ HATIYE TECRÎDKIRIN’

Ceylan destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de li ser aştiya gelê Tirkiyeyê tê maşandin û wiha axivî: “Tecrîd li ser tevahiya gelê Kurdistanê, girtîgehên Tirkiyeyê û aştiya civakê tê meşandin. Kesên ku tecrîdê li ser aştiya civakê kûr bike wê tiştekê bidest nexîne. Dema ku em li desthilatdariya niha û burokrasiya dewletê dinêrin dibînin ku heta niha ji vê polîtîkaya tecrîdê tiştek bi dest nexistiye. Her demê tecrîdê bi xwe re tundî, şer û mirin anî, di her alî desthilatdarî ketiye nava krîzê. Sedema vê jî ji bo ku bi Kurdan re li hev nayê û ji bo ku rêya diyalogê hat birîn.”

‘DENGÊ OCALAN, DENGÊ ÇARESERIYÊ YE’

Ceylan destnîşan kir ku ew timî pêvajoya 2013-2014’an referans digrin û wiha pêde çû: “Ji ber ku divê demê de dengê Birêz Ocalan gihişt civakê, di nava dewlet û Birêz Ocalan de diyalogê destpê kir, xwîna dihat rijandin hate rawestandin. Divê pêvajoyê de dewletê û civakê bêhenk aram girt. Hêviyên çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê û pirsgirên Tirkiyeyê ketin rojevê, ev serdem ji bo civakê bû hêvî û baweriyek mezin. Piştî ku rêyên diyalogê yên li gel Birêz Ocalan hatin birîn, ji nûve aloziyên hene ketin meryetê. Weke her demê dîsan mirin, qetilkirin, şer û xitimandina siyasetê kete dewrê. Ji bo vê yê em carek din dibêjin dengê Birêz Ocalan dengê çareseriyê ye. Tecrîd pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîk bûna Tirkiyeyê digre.”

‘MUXATAFÊ SEREKE OCALAN E’

Ceylan bilêv kir ku pirsgirêka Kurd ne gengaze ku bi tecrîdê were çareserkirin û wiha domand: “21 sal e li ser Birêz Ocalan tecrîdek kûr û giran tê meşandin. Eger heta niha bi tecrîdê pirsgirêka Kurd hatiba çareserkirin wê niha jî di rojevê de tinebûya. Yan jî bi tundî û şer hatiba çareserkirin wê heta niha çareser biba. Lingê dirokê jî vê yekê bi awayek rasteqîn ji bo me eşkere dike. Bi salan e ev pirsgirêk heye û berdewam dike. Tenê rêyek heye ew jî diyalog û hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. Muxatabê sereke Birêz Ocalan e û çareserî jî Îmraliye.”

‘HETA TECRÎD BIDOME TIŞTEK LI TIRKIYEYÊ PÊŞ NAKEVE’

Ceylan da xuyakirin ku tecrîdkirina Ocalan tecrîda li ser hiqûq, demokrasiya li Tirkiyeyê, paşeroja gelên herêmê ye û got: “Heke ku li dijî bêhiqûqî û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê têkoşîn neyê kirin, hingî têkoşîna demokrasiyê jî bi pêş nakeve. Têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê êdî di nava hev de ne. Divê civak û kesên alîgirê demokrasiyê yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin, li dijî vê têbikoşin. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin, li Tirkiyeyê tiştek bi cih nayê, hiqûq, edalet, azadî, demokrasî pêk nayê. Ev bi tecrîdê re di nava hev de ne. Lewma divê civak hîn bêhtir li dijî tecrîdê têbikoşin.”

‘DIVÊ TIRKIYE JI YEKITIYA KURDAN NE TIRSE’

Ceylan bal kişan li ser hewldana dagirkirina artêşa Tirkiyeyê ya axa Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Çiqas tecrîd kûr dibe ewqas şer jî kûr dibe. Ne tenê operasyona Heftanînê, Îdlib, Efrîn, Serêkaniyê, Qirê Spî û Xakurkê jî bi hevdû ve girêdayîne. Divê bi têkoşîna xwe em li dewleta Tirkiyeyê ferz bikin ku ji bo li hevkirina bi Kurdan re rûne li ser mêze. Ji ber ku niha di lênûska wan de çareserkirina pirsgirêka Kurd tineye, ji bo wê yekê jî her pêşketinek Kurdan wan ditirsîne. Em jî bi israr vê yekê dibêjin ji yekîtiya Kurdan netirsin, divê azadiya Kurdan we netirsîne. Gava em qala azadiyê dikin ji bo ku em azadiya civake din binpê bikin na, em azadiyê û aştiyê ji bo tevahiya civakan dixwazin.

Niha dewlet ketiye nava tengasiyek mezin. Ti amûrekî ku civakê îqna bike tineye serî li rêbazên şer dide. Bi şer desthilata xwe li ser linga dihêle. Divê Kurd, Tirk û pêkhateyên Kurdistan û Tirkiyeyê vê polîtîkayê teşîr bikin. Bi şer civak dirizin, bi şer civak têk diçin. Bi salane li ser vê erdnîgariyê şer hatiye ferzkirin û civakan bi vê yekê tiştek bidest nexistiye. Ji bo vê yekê tekane rêya çareseriyê bi rê û rêbazên demokratîk gengaz e.”