Çetîn Oraner di hilblijartinên herêmî de namzet e

Çetîn Oraner di hilblijartinên herêmî de namzet e

Li bajarê Almanya Munchenê, Çetîn Oraner ê ku ji aliyê sazî û komeleyên Kurd ve ji Partiya Çep namzet hat nîşandan, di rêza duyemîn de di lîsteya hilbijartinên herêmî de cih girt.

Li gelemperiya Bavyera'yê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 16'ê Adara 2014'an Partiya Çep namzetên xwe yên Meclîsa Şaredariya Munchenê diyar dike. Namzetê sazî û komeleyên Kurd Çetîn Oraner jî di rêza duyemîn a lîsteyê de cih girt. Di rêza destpêkê ya lîsteyê de dosta Kurd Brîgîtte Wolf cih girt.

Oraner ji sedî 70 yê dengê delegeyan stend û çav li rê ye di Meclîsa Şaredariyê de cih bigire.