Çeteyên El Qaîdeyê nahêlin ku şîrê zarokan derbasî Efrînê bibe
Çeteyên El Qaîdeyê nahêlin ku şîrê zarokan derbasî Efrînê bibe
Çeteyên El Qaîdeyê nahêlin ku şîrê zarokan derbasî Efrînê bibe
Komên çete yên DAIŞ`ê rê nadin ku pêdiviyên jiyanê û şîrê zarokan derbasî herêma Efrînê bibe.
Dorpêçkirin û ambargoya komên çete yên DAIŞ`ê li ser herêma Efrîn bi gelek awayan dewam dike. Welatiyên herêmê diyar kirin ku komên çete rê nadin ku pêdiviyên jiyanê û şîrê zarokan derbasî herêma Efrînê bibe.
Welatiyê bi navê M.D ku ji şêniyên taxa Bistan Başa a Helebê ye û xwediyê kargeha çêkirina pêlava ye, diyar kir ku dema wî dixwest barek pêlav derbasî herêma Efrînê bike ji aliyê komên çete ve hatiye girtin û pêlavên wî hatiye desteser kirin. M.D da zanîn ku komên çete jibo bare wî yê pêlavan vegrînin depoyên Helebê 350 hezar lîre xwestine û jê re gotine ku eger ew hewil bide careke din tiştekî derasî Efrînê bike dê malên wî bêne desteser kirin. M.D diyar kir ku dema ew çûye depoyên komên çete wî gelek şîrên zarokan dîtiye ku komên çete desteser kirine û rê nedane ku derbasî herêma Efrînê bibe.
M.D diyar kir ku dema ew gihiştiye bendê kontrolê yê DAIŞ`ê li herêma Ezazê hatiye giritin û barê pêlava ku dixwest derbasî Efrînê bike hatiye desteser kirin. M.D diyar kir ku komên çete jêre gotine ku ew rê nadin tiştek derbasî herêma Efrînê bibe û wiha dewam kir:" Piştî du rojan ez dîse vegeriyam Ezazê û min xwest ku Emîrê komê bibînin, Emîrê Komê yê Yemenî ji min re got ku Efrîn dibin ambargoyê de ye û nabe ku tiştek derbas bibe. M.D diyar ku emîrê komê gotiye ku ew dixwazin gelê Efrînê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serî hilde.