Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ehrezê kirin
Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ehrezê kirin
Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ehrezê kirin
Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ehrez ê girêdayî Helebê kirin. Hate diyar kirin çeteyan bi ser malan de girtine, bi darê zorê li nav malan geriyane, alavên gundiyan tevlihev kirine û gef li gundiyan xwarine ku yek jê jin 5 kesan radestî wan bikin.
Çavkaniyên ji gundê Ehrez diyar kirin ku çeteyên El-Nusra êrîşî gundê wan kirine, bi ser malan de girtine, bi darê zorê li nav malan geriyane û gef li wan xwarine ku jina bi navê Fatma Dalî û welatiyên bi navê Îsmaîl Elo, Mihemed Îsa Elo, Receb Xerfan û Cemal Elo bi hinceta ku alîgirên PYD’ê ne radestî wan bikin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku êrîşkaran bi behaneya lêgerîna li çekan, malên welatiyên bi navê Îsmaîl Elo Mihemed, Îsa Elo tevlihev kirin û gelek alavên li malê dizîne.
HIN GUNDIYAN ALÎKARIYA EL NÛSRA DIKIRIN
Şêniyên gundê Ehrez dan zanîn ku hinek ji gundiyan alîkariya çeteyên El-Nusra dikirin û der barê liv û tevgera gundiyan de agahiyê didin çeteyan. Gundiyan dan zanîn kesê bi navê Coco El-Şelebî yek ji wan kesan e ku alîkariya çeteya El-Nusra dike.
TABÛRA BIHARA EREB DIXWAZE GUNDÊ ME DAGIR BIKE
Gundiyên Ehrizê ragihandin ku tabûra bi navê Bihara Ereban ku ji aliyê malbata Dîbo ku bi berî niha wek alîgirên rêjîma Baas re dihate zanîn, li gundên Til Qerah û Herbel hatiye damezirandin, di nava hewldanan de ne ku gundê Ehrez dagir bikin. Gundiyan dan zanîn ev tabûra bi Eniya El Nusra re li heremê çetekariyê dikin, mala talan dikin, mirovan dişelînin. Li ser vê di navbera wan û hinek tabûrên Artêşa Azad de nakokî derketine.
MAMOSTEYÊ SZK HÊJ DI DESTÊ EL NÛSRA DE YE
Mamosteyê Saziya Zimanê Kurdî li gundê Ehrezê Zekiriya Beşar û birayê wî Ednan ku beriya heftiyekê ji aliyê Tabûra Lîwa El-Tewhîd hatibûn revandin û radestî El-Nusra hatibûn kirin. Heta niha li cem El-Nusra bi zorê tên ragirtin û ti agahî ji wan ne hatine bidestxistin.