Çeteyên DAIŞ'ê petrola Şeddadî diherikînin Mûsilê
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Hesekê û derdora wê derbên giran xwarin, hat ragihandin ku petrola ji bîrên li herêma Şeddadî derdixînin diherikînin Mûsilê.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Hesekê û derdora wê derbên giran xwarin, hat ragihandin ku petrola ji bîrên li herêma Şeddadî derdixînin diherikînin Mûsilê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê firotina mazot û benzînê li bajarên Holl û Şeddadî qedexe kirine û temamiya petrola ji 20 bîrên petrolê yên li vir tê derxistin, dibin Mûsilê. hat ragihandin ku piştî kontrolkirina rêyên Reqqa, Şeddadî, Der Zor û Hollê çete ketine nava panîkê û bêyî deriyê Mûsilê bi temamî bê girtin bi lez û bez hewl didin petrolê biherikînin vê derê.
Tê zanîn ku li herêma Şeddadî 20 bîrên petrolê û du navendên gaza xwezayî dixebitin.
Li aliyê din, çeteyên DAIŞ'ê li herêmên bi hêzên YPG/YPJ'ê re sînor in, xebatên kolandina xendekan û lêkirina dîwaran zêde kirin.