Desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê careke din di rojevê de ye. Rojnameya Cûmhûriyetê û kovara Newsweekê, mukurhatinên endamên berê yên DAIŞ'ê weşandin.
Di nûçeya manşeta rojnameya Cûmhûriyetê ya bi îmzeya Îlhan Tanir de bal tê kişandins er hevkariya AKP-DAIŞ'ê. Tanir cih da agahiyên yek ji fermandarên DAIŞ'ê Saîd ê berî 4 salan nas kir.
Saîd li bajarê El Babê weke amîrê îstîxbaratê yê DAIŞ'ê kar kiriye. Di navbera salên 2014-2015'an de di nava vî karê DAIŞ'ê de cih girtiye. Piştî 8 mehan ji ber ku bi serçete re li hev nekiriye biryar daye jê veqete. Lê belê plana wî ya veqetînê bi mehan dewam kiriye. Di dawiyê deji DAIŞ'ê reviyaye û yekîneya xwe ava kiriye.
Ji bo pirsa rojnamevan Tanir 'çima Tirkiye bixwaze bi DAIŞ'ê re navbera xwe xera neke?' Saîd bêyî dûdiliyê yekser vê bersivê dide: "Ji ber ku di şerê li dijî Kurdan de girîngî û hêza DAIŞ'ê dizane. Ji bilî DAIŞ'ê hêzeke din nîne ku Tirkiye karibe li hemberî Kurdên Sûriyeyî bi kar bîne."
'ENDAMÊN DAIŞ'Ê BI KINCÊN KAMÛFLAJÊ YÊN LEŞKERÎ LI BALAFIRÊ DIHATIN SIWARKIRIN'
Saîd da xuyakirin ku li xaka DAIŞ lê ye, koma herî qelebalix ji Tirkan pêk tê û diyar kir ku koma duyemîn a qelebalix jî ji Fransiyan pêk tê. Saîd anî ziman ku li bakurê Helebê zêdeyî 600 çeteyên ji Fransayê hatine li bajarên nêzî hev bi cih bûne û diyar kir eslê van mirovan bi giranî ji Bakurê Afrîkayê ye.
Saîd bi taybetî ragihand ku berî û di dema şerê Kobanê de hejmara biyanî û şervanên Rojavayî yên tevlî wan dibûn, rojane bi hezaran bûn û da zanîn, ku yên ketin ser rê û negihaştin DAIŞ'ê qet tinebû. Saîd da xuyakirin, ku ew li Tirkiyeyê ewçend bi hêsanî tevdigeriyan ku dema ji Stenbolê dihat Hatay an jî Dîlokê bi kincên kamûflaja leşkerî li balafirê siwar dibûn. Saîd da xuyakirin ku ev yek li pêş çavên rayedarên Tirk bi salan dewam kir.
Saîd diyar kir ku 2 welatiyên Îngilîz û 2 welatiyên Fransayê yên li nava DAIŞ'ê, ku ew bi xwe jî wan nas dike, ji bo çalakiyan pêk bînin ji Sûriyeyê derketine û vegeriyane welatên xwe.
'DI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DE SÎNORÊ SÛRIYEYÊ DIHAT BIKARANÎN'
Endamekî berê yê DAIŞ'ê yê ji Başûrê Kurdistanê Şêrko Omer jî mukurhatinên bi heman rengî kir. Şêrko Omer demekê li nava DAIŞ'ê ma û çîroka xwe ji kovara heftane ya DYA Newsweekê re vegot.
Omer ji Barney Gûîton re axivî û hevkariya AKP-DAIŞ'ê bi awayekî vekirî raxist pêş çavan. Omer got, "Milîtan di destpêkê de ji paytexta DAIŞ'ê Reqqayê bi qemyonan dianîn ser sînor, ewilî derbasî nva xaka Tirkiyeyê dihatin kirin. Dûre ji sînorê Tirkiyeyê derbasî herema Kurdan dihatin kirin ji bo şer bikin. Bi vî rengî milîtanên DAIŞ'ê yên ji bo bidestxistina Kobanê li dijî Kurdan şer dikirin, li eniya şer cihê xwe digirtin."
Omer diyar kir ku di dema vê veguhastinê de fermandarên wan ji wan re digotin, ku hevkarê wan ê herî mezin leşkerên DAIŞ'ê ne, lewma di dema derbasbûnê de nekevin nava gumanan, wê zerarê nedin we.