Çeteyê DAIŞ'ê yê li Bremenê hate girtin dixwest êrîşî Kurdan bike

Eşkere bû, çeteyê DAIŞ'ê yê meha Adarê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate girtin, plan dikir ku di dema meşeke Kurdan de êrîş bike.

Organên dadgeriyê yên Elman dixwazin, vî endamê DAIŞ'ê yê 18 salî yê ji Dagistanê dersînor bike.

Têkildarî vî çeteyê ku navê wî nehate eşkerekirin de, di medya Elman de agahiyên nû hatin weşandin. Li gorî nûçeya hejmara nû ya kovara Der Spîegel, terorîstê ji Dagistanê, amadekariya êrîşekê dikir.

Hat ragihandin, çeteyê navborî plan dikir ku li hemberî qereqoleke polîsan, avahiya dadgehê û xwepêşandaneke Kurdan êrîşê bike. Senatorê Karên Hundir ê Eyaleta Bremenê ev agahî piştrast nekir. Lê li gorî agahiyên ku Radîo Bremen ji çavkaniyên pê bawer girt, di nava plana êrîşê ya vî çeteyî de Kurd jî hebûn.

JI ÎNTERNETÊ AGAHIYÊN LI SER ÇÊKIRINA BOMBEYÊ DAXISTIYE!

Kesê navborî, ku di dema zarokatiya xwe de tevî malbata xwe ji Dagistanê koçî Elmanyayê kiriye û li vir mezin bûye, di sala 2014'an de dema xwe amade dikir ji bo biçe Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe, hatibû binçavkirin. Li gorî agahiyan, ev çeteyê qedexeya derketina derveyî welat danîn ser wî, di nava vê demê de têkilî bi komên Îslamî yên radîkal re danî û li bajarê Gropelîngenê çûye mizgefteke nêzî DAIŞ'ê."

Derket holê, ku vî kesî di meha Çileyê ya sala 2017'an de li înternet cafeyekê bi hevalekî xwe re li ser înternetê sohbet kir û plana êrîşê amade kir. Hat gotin, di vê demê de kesê navborî agahiyên li ser çêkirina bombeyan ji înternetê daxistiye.

Ciwanê ji Dagistanê ku welatiyê Rûs e, ji 14'ê Adara 2017'an û vir ve di girtîgehê de ye. Lê belê hêzên ewlekariyê yên Elman hewl didin vî kesî dersînor bikin. Tê payîn Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal di vê mehê de biryarê li ser dosya vî çeteyî bide.