Çepa Yekbûyî ya Spanyayê: Em destekê didin xweseriya Kurdan; PKK ne terorîst e
Izquierda Unida (Çepa Yekbûyî) ya Spanyayê, di bernameya xwe ya hilbijartinê de xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.
Izquierda Unida (Çepa Yekbûyî) ya Spanyayê, di bernameya xwe ya hilbijartinê de xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.
Çepa Yekbûyî da xuyakirin ku ew destekê didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.
Izquierda Unida (Çepa Yekbûyî) ya Spanyayê, di bernameya xwe ya hilbijartinê de xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.
Li Spanyayê wê di 20'ê Kanûnê roja Yekşemê de hilbijartinên giştî bên kirin. Izquierda Unida (Çepa Yekbûyî) ku di parlamenta neteweyî de temsîliyeta xwe heye û li Parlamenta Ewropayê jî xwedî parlamenteran e, yekemcar di bernameya xwe ya hilbijartinê de bi awayekî vekirî destek da Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê.
DI BERNAMEYA HILBIJARTINÊ DE YE
Di bernameyê de hat destnîşankirin ku divê PKK ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin û hat gotin, "Em mafê jiyaana zad, ewle û aştiyê ya gelê Kurdistanê nas dikin. Em destekê didin mafê diyarkirina çarenûsa xwe û xweseriyê yê Kurdistanê. Her wiha, ji bo PKK bes mîna 'rêxistineke terorê' bê dîtin û ji bo ambargoya di navbera Herêma Kurd a Sûriyeyê û Tirkiyeyê de ambargo were rakirin, em ê li cem sazî û rayedarên pêwendîdar bixebitin. Em dixwazin Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan û azadiyan, her wiha hurmetê nîşanî hindikahiyên etnîkî û civakê bide."