Çepa Ewropa mafê çarenûsa Kurdan nas kir

Çepa Ewropa mafê çarenûsa Kurdan nas kir

Partiya Çepgir a Ewropa di navbera 13-15’ê Kanûnê de di kongreya ku li paytextê Îspanya Madrîdê pêk anîn de mafê çarenûsa kurdan pejirandin. Di gongirê de biryara hemû salan pêkanîna “Foruma Alternatîf a Ewropa” hat girtin.

Tevlîbûna BDP’ê a kongireya Patiya Çepgir a Ewropa bi encam bû. Kongireya ku îro bi encam bû di derbarê wê de nûnerê BDP’ê yê Ewropa Eyyûp Doru ji ANF’ê re daxuyaniyek da got ku di hevpeymana siyasî de “mafê çarenûsa Kurdan hat pejirandin.”

Doru ku di axaftinên xwe yên roja duwem yên kongirê de kirî bal kişandibû ser bi teybet pêşketinên li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê. Doru ji pêkhateyên kongireyê xwestibû ku rêveberiya xweser a Rojava piştgirî bikin û weke projeya xwe bibînin.

JI 33’Ê WELATAN 300 DELEGE BEŞDAR BÛN

4. Kongireya Partiya Çepgir a Ewropa (ASP) ku ji 33 welatan 300 delege beşdar bibûn polîtîkayên dema nû pêk anîn. Ji bo serokê partiyê dîsan ji Sekreterê Navnetewî yê Partiya Komûnîst a Fransa (PCF) Pierre Laurent hat hilbijartin. Di Kurula Serokatiyê de weke din Serokê partiya çepgir Syriza a Yûnanîstanê Alexis Tsipras, ji partiya çepgir a Portekizê Bloco’ê Marisa Mattias, ji PCE-IU a Îspanya Maite Mola, ji partiya çepgir a Bulgarîstanê Margarita Mileva û ji Elmanya Die Linkê Diether Dehm jî di nav de cih girt.

TSIPRAS NAMZETÊ SEROKATIYA KOMISYONA EWROPA HAT HILBIJARTIN

Pêkhateyên kongrê ji bo namzetiya Serokatiya Komisyona Ewropa Serokê Syriza Alexis Tsipras tercîh kir. Patiya Komûnîst a Fransa ev tercîhe silav kir û bi gotina “Alexis Tsipras wê bibe dengê berxwedan û hêviyê” hilbijartinên Ewropa yên bihara 2014’ê bi bîr anîn.

Di dîrokên 22-25’ê Gulanê de ji 28 dewletên endamên Yeketiya Ewropa 380 milyon hilbiratvan 751 parlementerên Ewropa wê bi hilbijêrin. Ji hilbijartinên 2009’ê ve li welatên Ewropa bê karî û bê rêyî zêde bûye. Partiya Çepgir a Ewropa ji bo krîza heye nirxandina “Golobal, bi sîstemî û şaristanî” kir.

DEMA ÇEPGIRAN HAT!

Namzetê Komisyona Ewropa Tsipras di axaftina ku di dawiya kongrê de kirî wiha got: “Li dijî hovîtî û zêde çepgiriyê alternatîfa yekane çepgiriya Ewropa ye. Dema çepgiriyê hatiye.”

Di kongirê de li ser sê bingehan yeketî hat çêkirin: 1-(di navbera DYE-YE) ji bo binxistina projeya Razandinên Hevalbeniyê û Bazirganiya Transatlantîk a di navbera DYE-YE’ê de bi meşandina kampanya hişarî û çalekiyan. 2-Zîrveya krîza deynan ya ku di dawiya meha Adarê de li Brûksel’ê bê li darxistin. 3-Hemû xebatên hevpar yên ku li gel partiya Çepgir a Ewropa weke siyasî, sosyal û ‘Foruma Alternatîf a Ewropa’ ku ji bo hemû qadên hêzên sendîkayan vekiriye bê çêkirin.

Gava yekem ya vê forumê di payiza 2014’an de çêbûna wê erênî hat dîtin. Pêkhateyên Kongrê Partiya Çepgir di sala bê de li dijî polîtîkayên şidandina kemerê de û tevlîheviyên di qada demokrasiyê de ku di heman demê de ni bû pêşkêş kirina alternatîfekî jî biryara aktorbûna tekoşîna siyasî a li Ewropa jî da.