CENÎ:Divê berpirsên komkujiya Kortekê derxînin holê

CENÎ:Divê berpirsên komkujiya Kortekê derxînin holê

Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd CENÎ, di duyemîn salvegera komkujiya Kortekê de kesên jiyana xwe ji dest dane bibîranîn û daxwaz kir ku berpirs di çarçoveya sûcên şer de bê darizandin.

CENÎ ku navenda wê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê ye, bi wesîleya duyemîn salvegera komkujiya Kortekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Herêma Federal a Kurdistanê di 21’ê Tebaxa 2011’an de malbateke kurd ya ji 7 kesî pêk dihat û 5 jê zarokbûn ya ji gundê Kortekê bûn ji aliyê balafirên şer artêşa tirk ve hatin bombebarankirin. Di daxuyaniya ku hate dayîn de kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn û her wiha komkujiya Roboskê ya ku 34 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest da jî bibîrxistin û wiha hate gotin: “Dewleta tirk heta niha ne komkujiya Roboskê û ne jî ya Kortekê girt ser xwe. Li şûna hesab bidin û komkujiyê bigirin ser xwe, malbatên wan digirin û ceza dikin. Di dema dawî de TC îdia dike ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê ew sûcê xwe ku li hemberî gerîla û gelê kurd çekên kîmyewî bikartîne, vedişêre. Li welatê xwe bêedeletiyê vedişêre. Her wiha heta ku helwesta dewleta tirk wisa be dê tu car samîmî û durust neyê dîtin.

Di pêvajoyên aştiyê de derxistina kujeran dê ji bo aştiyeke mayîn de pêngaveke girîng be. Divê demildest berpirsên komkujiya Kortek û Roboskê derxînin holê û li gorî normên hiqûqî yê navneteî di çarçoveya sûcê şer de bên darizandin. Divê pêvajoyê de divê dewleta tirk bi sûcên şer re bê rû hev û dest ji êrîşan berde. Em jî wek CENÎ bang li hemû rayagitşî ya navnetewî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”