Cenazeyên her 2 şoreşgeran wê bibin Gaziyê

OTSP’ê da xuyakirin ku cenazeyên şoreşgerên ku ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin wê îşev saet 17.00’an bibin Taxa Gazî.

Platforma Nemiran û Dengê Girtiyan (OTSP) têkîldarî merasîma cenazeyên Yelîz Erbay û Şîrîn Oter, şoreşgerên ku ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.

OTSP’ê da xuyakirin ku cenazeyên şoreşgerên ku ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin wê îşev saet 17.00’an bibin Taxa Gazî.
Li gor vê jî wê cenaze li pêşiya Lîseya Şaîr Abay bên pêşwazîkirin, piştre wê bibin Mala Cem a Gazî.

Bernameya merasîma cenazeyan wê piştre bê aşkerakirin.