Cenazeyên 2 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
Cenazeyên 2 kesên ku di şewata navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê çêbûyî de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Cenazeyên 2 kesên ku di şewata navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê çêbûyî de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Duh di saetên şevê de di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de, şewat derket. Şewat belavî qadên niştecihiyê jî bû. Li gorî daneyên destpêkê, 7 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Cenazeyên Resûl Yilmaz û Şêxmûs Demîr ên ku li gundê Keleka ya girêdayî Şemrexê jiyana xwe ji dest dan, li goristana taxê hatin veşartin.
Hevserokên Partiya Herêmên Demokrasîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredarên Amed, Êlih û Mêrdînê û gelek kes beşdarî merasîma veşartine cenazeyan bûn.