Cenazeyên 2 gerîlayê HPG'ê Nasir Ruhizad (Aso Mahabad) û Mecît Behrang (Dilgeş Dilovan) ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Meletiyê hatin wergirtin û ber bi Silêmaniyê ve hatin birêkirin.
Malbatên gerîlayê HPG'ê Nasir Ruhizad (Aso Mahabad) ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da û ji Mahabadê ye û gerîlayê HPG'ê Mecit Behrang (Dilgeş Dilovan) ku ji Bajarê Salmazê ye ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenazeyên zarokên xwe wergirtin.
Malbatên gerîlayên HPG'ê Ruhizad û Behrang piştî ceazeyên zarokên xwe wergirtin derbasî Herêma Federal a Kurdistanê kirin. Malbat dê cenazeyan li navçeya Ranya ya Silêmaniyê defin bikin.