Cenazeyê şervanê YPG’ê Qendîl spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Qendîl spartin axê

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ehmed Temo bi nasnav Qendîl ku di pevçûnên li Girê Spî (Til Ebyed) de jiyana xwe jidest dabû hate definkirin.

Îro di saetên piştî nîvro de cenazeyê şervanên YPG’ê Ehmed Temo bi nasnav Qendîl ê ku di pevçûnên di navbera YPG’ê û çekdarên Îslamî yên Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de ku li gundê Kîtkaniya yê Girê Spî (Til Ebyed) rû dan de jiyana xwe jidest da, li Goristana Şehîdan a li gundê Termik a Kobanê hate definkirin.

Cenaze îro di saetên piştî nîvro de gihişte Kobanê û li Saziya Malbatên Şehîdan hate ragirtin. Ji vir jî cenaze ji aliyê sedan kesî ji şêniyên bajêr ve hate wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Termik a Kobanê ve hate oxirkirin.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Osman Îsmaîl axivî û da zanîn ku gelê kurd wê heta dawî li ser riya şehîdan tekoşîna xwe dom bike. Îsmaîl, diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe çi bikeve ser milê wî dê bike.Di merasîmê de bavê şervanê YPG’ê Qendîl Hemed Temo axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilinde û ev tişt got: ‘‘Bila tu kes sersaxiyê ji min re nexwaze bila pîrozbahiya min bi şehadeta kurê min bikin, ez bi şehadeta kurê xwe serbilindim.’’

Piştî axaftinan girseyê cenazeyê şervanê YPG’ê Qendîl bi slogan û tilîliyan spartin axê.