Cenazeyê şervanê Eniya Cebhet Elekrad spartin axê
Cenazeyê şervanê Eniya Cebhet Elekrad spartin axê
Cenazeyê şervanê Eniya Cebhet Elekrad spartin axê
Li Kobanê Cenazeyê şervanê Eniya Cebhet Elekrad Ednan Şêx Mihemed ku duh di encama bombebaran balafirên Sûriyeyê li Reqayê jiyana xwe ji dest da, spartin axê.
Cenazeyê şervanê Eniya Cebhet Elekrad Ednan Mihemed saet di 13᾿an de gihişt Kobanê. Bi sedan welatî li ber navenda PDPKS᾿ê kombûn û cenaze ji vir bi sloganan oxir kirin. Ji vir cenaze li kerwanekî wesayîta hate kirin û ber bi goridatan Şehîdan a li gundê Termik a Kobanê hate oxirkirin. Welatiyan bê navber siloganên ku berxwedan a Şehîdan silav dikin berzdikirin. Dema kerwan gihişte goristana Şehîdan li vir merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê PDPKS Elî Yûsif axivî û wiha got:"Em çiqeysî behsa Şehîdan bikin, em nikarin kedawan bipesnînin, di hemû serdeman de Kurdistan bi xwîna Şehîdan hatiye parastin û heta ku ciwanên me canê xwe feda bikin dê welatî me parastî be.
Piştî merasîmê bi dawî bûn cenazeyê şervanê Eniya Cebhet El-Ekrad ji aliyê girseyê ve bi axê re hate spartin